EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin

.

Li bajarê Edeneyê konferansa bi navê "Kurd di sedsala dawî ya Osmaniyan de" bi beşdariyeke mezin hat lidarxistin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî doh li Edeneyê konferansa "Kurd di sedsala dawî ya Osmaniyan de" bi beşdarbûna Prof. Dr. Bekir Bîçer û birêvebirina Îsmaîl Taşkiran pêk anî.

Bernameyê bi axaftina danasînê ya li ser armanca damezrandina Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî, xebat û hedefên wê dest pê kir.

Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyonên ku behsa dîrok, rewşa civakî, siyasî û çanda civakên Kurdan ên sedsala dawî ya Osmanî dikin hatin nîşandan.

Prof. Dr. Bekir Bîçer di beşa sereke ya konferansê de, behsa pêvajoya Misilmanbûna Kurdan, dîroka Kurdan a piştî Îslamê, têkiliyên di navbera Selçûkiyan û Mîrgehên Kurdan ên di serdema Osmaniyan de kir.

Biçer bi taybetî li ser guherîna eşîrên Kurdan a piştî sedsala 19an, mîrgehên Kurdan û veguherîna nasnameya Kurdî ya beriya dewleta neteweyî ya modern rawestiya.

Konferans bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Berpirsên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî ragihandin ku dê çalakiyên akademîk ên bi vî rengî li bajarên din jî berdewam bikin.

Siyaset Haberleri

Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Îlham Ehmed: Serok Barzanî piştgiriya yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike
Mîrê Kurdên Êzidî: Herêma Kurdistanê derfet ji hemû pêkhate û Êzidiyan re afirandine