Piştî girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û anîna wî ya Girtîgeha Edîrneyê ya tîpa Fyê Walîyê Edîrneyê bi daxuyanîyekê hemû cûreyên çalakîyan li wilayetê qedexe kir.
Di daxuyanîya walîtiyê de dihê gotin ku; “Di navbera 4ê û 30ê Mijdara 2016ê de li Edîrneyê xwepêşandin û meşên protesto û rûniştinê, vekirina standan, kampanyayên îmze û belevkirina belavokan hatîne qedexekirin.”