Li gor nûçeya Sputnikê ku dispêre Afrîn Media Centerê, grubeke komên çekdar bi deh otombîlan bi ser gundê Qetmê yê ser bi Efrînê ve girtiye 11 kurdên êzdî hatine revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birine.
Li gor nûçeyê navê êzidiyên hatine revandin wiha ye:
Hec Ehmed Hemo (70 salî), Hisên Îbo temen (70), Aza Birîm, Hemîd Qasim, Ednan Qasim, Nidal Qasim û kurê wî yê temen 15 salî, Fewzî Mihemed Şemo û 2 kurên xwe yên temen 15 û16 salî û Eymen Hemade.