Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin

.

Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşekê de, 2 çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh bi şevê 27ê Nîsana 2025an, li nêzîkî bajarê Efrînê di êrîşekê de li ser baregeha çekdarên El-Mutesim, 2 çekdar hatin kuştin û 4ê din birîndar bûn.

SOHRê diyar kir ku ew komara çekdar a êrîşkar heta niha nehatiye diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye, çekdarên El-Mutesim yek ji koma çekdar a ser bi artêşa niştîmanî ya Sûriyê ve ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Ew kom heta niha li Efrînê dimînin.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn