Li bajarokê Şêrawa 9 sivîl hatin revandin
Li gor Rûdawê çavkaniyên xwecehî ji nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ve ragihandin, çekdarên opozisyonê bi ser gundê Beiyê de girtin û 9 sivîl desteser kirin û ji bo cîhekî ne veguhestin.
Heman çavkanî dibêjin, niha çekdarên opozisyonê li hember azadkirina wan welatiyên sivîl daxwaza pereyan ji malbatên wan revandiyan dikin.
Li Raco jî 4 welatî hatin revandin
Herwiha roja derbasbûyî jî çekdarên opozisyonê li bajarokê Raco yê girêdayî herêma Efrînê ve çend welatî girtin.
Li gorî çend çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê ve, çekdarên gurupên opozisyonê bi ser gundê Miskê yê ser bi bajarokê Raco ve girtin û 4 welatî yên xelkê wî gundî girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Herweha berî 2 rojan jî li gundê Sariya yê ser bi bajarokê Mabata ya Efrînê ve jî, gurûpên çekdar bi zorê derbasî nav malên welatiyan bibûn û hejmarek mal û kargeh şewitandibûn.