Efrîn | Çekdaran 15 torbe zeytûnên welatiyekî Kurd dizîn

.

Binpêkirinên komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, li herêma Efrînê û deverên jêr kontrola wan ên Sûriyeyê berdewam dikin.

Herî dawî çavkaniyên PeyamaKurd ragihandin ku çekdarên bi ser Firqeya Sultan Murad êrîşî welatiyekî ji navçeya Bulbulê ya gundewarê Efrînê kirin.

Hate diyarkirin, êrîş di dema berhevkirina zeytûnan ji zeviyê hatiye kirin û bi darê zorê, nêzî 15 torbe zeytûnên welatiyê Kurd hatin dizîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, binpêkirinên wekî revandina welatiyan û diziya berhemê zeytûnan di çend rojên dawî de li herêma Efrînê û bakurê Helebê zêde bûne.

Du roj berê dewriyeyeke polîsên leşkerî welatiyekî ji bajarokê Gojman yê navçeya Cindirêsê yê gundewarê Efrînê, nêzîkî mala wî piştî vegera wî ji Helebê, bi tawana ku têkiliya wî bi Rêveberiya Xweser a berê heye, girtibûn.

Dîsa polîsên leşkerî du welatiyên ji Cindiresê jî li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê piştî ku ji Helebê vegeriyan Efrînê girtin, bêyî ku tawanên li ser wan eşkere bikin.

Kurdistan Haberleri

Komkara Erebî pesnê hilbijartinên Herêma Kurdistanê da
Weşanên Nûbiharê ‘Şiyarkirina Gelê Kurd’ çap kir
Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ji encama hilbijartinê raziye
Herêma Kurdistanê ji bo cara yekê tevlî SIAL PARIS 2024ê dibe
Serokkomarê Îraqê pîrozbahiyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike