Çeteyên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca guhertina demografiya Efrînê, bi berdewamî welatiyên kurd ên Efrînê direvînin.
Jêderekî ji Efrînê ragihand, grûpa çekdar a bi navê El-Weqas 5 kes ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revandin. Di nava revandiyan de jinek û diya wê hene. Li hember berdana wan jî çekdaran daxwaza pereyan kirine.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Zeîm Silêman Gulê, Sifyan Ekrem Nebo, Norhemîn Hesen Kêlo, Jozfîn Şêxo Hemîd û Mîkaîl Şêxo Hemîd.
Wî jêderî diyar kir jî, sê kesên revandî ji yek malbatê ne: Pîrejina 58 salî Norhemîn Hesen Kêlo û keça wê Jozfîn Şêxo Hemîd û kurê wê Mîkaîl Şêxo Hemîd.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar j revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.