Efrîn: Çekdarên grûpeke ser bi Tirkiyê ve bi tundî îşkence li rojnamevanekî kirin

.

Çekdarên grûpa Firqeya Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê rojnamevanek revandine û îşkence lê kirine.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn - Sûriye Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, çekdarên grûpa bi navê Firqeya Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve rojnamevanek li bajarê Efrînê revandine û îşkence li wî kirine.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku navê wî rojnamevanî Faris Salih e û li radyoyekê kar dike, di rûmalkirinekê de behsa binpêkariyên çekdarên wê grûpê kiriye ku bi taybetî jî behsa birîna daran kiriye.

Ji ber wê yekê jî çekdarên Firqeya Sultan Murad ew peyamnêr girtine û lêxistine, heta ji ser hişê xwe diçe îşkence kirine, piştre ji bo Nexweşxaneyeke Efrînê hate rakirin, rewşa wî ya tendirustî xirab e.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn