Efrîn di bin dagîrkeriyê de (254)

.

Ji bilî afirandina dahatine diravî ji milîseyan re, bi riya ferzkirina sezayine bilind li ser girtiyên Kurd, û hurhutandin û pêkanîna bêtirîn fişar li ser wan û merivên wan da ku   bi aliyê koçberiyê ve werin têvedan, destlatên dagîrker girtinên bêsûcane di dermafê wan de bi rengekî rêkûpêkirî berdewam dike, bi riya destikên xwe ji milîseyan û sazûmana “ewlekarî – dadwerî” (ya ku ji aliyê wan ve hatiye damezrandin), û bi tuhmetên têvel û çêkirî (piraniya wan tuhmetan jî kiryarine sivîlî û ne şerkarî ne, sivîlina di dema Rêveberiya Xweser a berê de bi kar anîne, û dora 5 -11 sal jî di ser re derbas bûne).

Ev jî hin bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijberîkirinek li ser xortekî ji malbata Pakrewanên Newrozê:

Li Êvara Yekşemê 23.7.2023an. Z, giropeke çekdar şerê xwe di xort “Nezmî Eşref Osman /16/sal” da, li ser riya ku mala wî dighîne ciyê karê wî li Bajarê Cindirêsê, û bi qundaqên çekan û keviran mekin lêxist, piştî  kêrdanîna  ser stu û gefkirinê bi şerjêkirinê, û hewildana pêlêkirina bi makînê, û di encamê de şikestin û birînin di piyê wî de çêbûn, ziyan gihîşte stûna mofirkî  ya piştê wî, û tevaya laşê wî derizî, û ji ber wê ew bo nexweşxaneyeke Bajaroka “Eqrebatê – Idlib” (ya di bin desteserkirina “Desteya Tehrîr El’şam” de) ji bo dermankirinê hate şandin; Û ta niha tewankar nehatine şopandin û girtin.

“Xortê birîndar û dijberîkirin li ser çêbûye “Nezmî Eşref Osman”.”

Were bîranîn jî ku xort “Nezmî” ji Malbata “Pêşmerg” e, ya ku çar şehîd jê ketine, di encama komkujiya ku endamine Milîseyên “Artêşa/ceyş El’şerqiyê” pêk anîne  de, li Şeva Newroza 2023an. Z li Cindirêsê, ya ku bi rengekî fere hate şermezarkirin û li ser erdê jî  protestokirineke gelêrî ye Kurdî hate lidarxistin, nemaze ku merivên wan pakrewanan bi mafê xwe pabend in û li ser daxwaza sezakirina tewankaran rijd in; Û dijberan di dema dijberîkirinê de têrmine şofînî ji “Nezmî” re dubare kirin, û gotin: Em Şerqiyê ne û ev jî qeleng e, weke hewildanekê ji malbatê re, da ku radest bibin û doza pakrewanên xwe neşopînin û ji mafên xwe dagerin.

Herweha jî “Desteya Tehrîr El’şam” keys dît û bûyer çewsand, da ku bandora xwe li Cindirêsê xurt bike, vêca wê ji sê rojan ve “Artêşa/ceyş El’şerqiyê” neçar kir ku hersê biryargehên xwe yên ewlekarî li hundir Cindirêsê bigre, û bê ragîhandin û hebûneke fermî dest danî ser.

= Armanckirina sivîlan:

Hêzên Dagîrkeriya Turkiyê di bombebarankirina herêmên Gundewarê Bakurê Heleb (ên ku di bin desteserkirina Artêşa Sûrî de û tijî koçberên Efrînê) berdewam in:

– Li 23.7.2023an. Z, dora Gundê “Bênê” – Çiyayê Lêlûn bi topavêjê topebaran kir, di encamê de ziyanine şênberî çêbûn û “Hêvîn Hemo Şero /20/sal” a ciwan ji xelkê Gundê “Qîbarê” – Bajarê Efrînê bi perçehesinekî avêjtokan birîndar bû; Ewa ku ji dema dijberiya ser herêmê û dagîrkirina wê ve li 2018an. Z, penaberî G. “Bênê” bûye û lê rûniştî ye.

– Li 28.7.2023a. Z, “Gundê Mezin” – Çiyayê Lêlûn bi çekên orte armanc kir, û di encamê de zarok “Xelîl Mihemed Oso /14/sal” brîndar bû, û bo nexweşxana Bajaroka “Zehra’ê” ya hevcîwar hate rêkirin.

– Li 29.7.2023an. Z, bi avêjtekê Bajarê “Tilrif’etê” topebaran kir, avêjtokek li cîgeheke belavkirina avê ket, ajovanekî sîtêrekê bi navê “Azad Hisên Kul Dehdo /35/sal” ji Gundê “Cela” – Reco birînda bû.

“Birîndar “Azad Hisên Kul Dehdo”.”

Divê bê bîranîn jî ku bavê wî yê temenmezin “Hisên Ebdelah Kul Dehdo /74/sal” bi neh din re -piranî zarok- li 2.12.2019an. Z pakrewan bû, di komkujiyeke ku Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve pêkanîne de, di topebarana “Tilrif’etê” de.

= Girtinine bêsûcane:

Istîxbaratên Turkiyê bi rengekî yekser hemî piroseyên girtina Kurdan li herêmê serpereşt dike, û lîsteyên navên armanckirî amede dike, da ku di cî de bigihêjin Anqerê, di bin navê “Lîsteyên Terorê” de; Û Destlatên Dagîrker ev girtin:

  • Ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco:

1- Li 26.7.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Mihemed Fatê Sinê /45/sal – weke dermansaz kar dike”, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeteke çêkirî.

2- Li 27.7.2023an. Z, Hemwelatî “Se’îd Ebdo Osman /65/sal, Hemîd Hemîd Kenco /25/sal”, ji aliyê “Asayêşa Reco” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) a berê re.

Were bîranîn jî ku şaşiyek di rapora me a berê de weha hat: Berdana Hemwelatî “Isma’îl Arêf Elo” yê ku li 16.7.2023an. Z hatiye girtin, lê ya rast “ew ji Hepsa Asayêşa Reco” bo Hepsa “Maratê” ya navendî li Efrînê hate guhestin, û ta niha tê de bendkirî ye.

Herweha jî dadgeha dagîrkeriyê “Ehmed Bekir Elî /43/sal” bi salek hepis seza kir û “Mihemed Nezmî Hemdî /44/sal” jî bi şeş heyv hepis digel sezayine diravî, ewên ku li 1.5.2023an. Z ji aliyê “Asayêşa Reco” ve bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) berê re hatine girtin, û ta niha jî di Hepsa “Maratê” ya navendî de bendkirî ne.

  • Ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera:

1- Hemwelatî “Hisên Mistefa Hedek /50/sal – seqetbûn di piştê de heye”, ji dora çar heyvan ve, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha di Hepsa Ezazê de bêsûcane bendkirî ye, û Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” dest danîn ser makîna wî (cîp şofirlê) û di navenda Navça Bilbilê de bi kar tînin, digel dizîna/15/hezar Dolar Emrîkî li dema basmîşkirina mala wî.

2- Hemwelatî “Elî Newaf Ebid El’ezîz /40/sal – berberî dikir”, ji malê û ji du heyvan ve, û birin Hepsa Ezazê bi tuhmeteke çêkirî, ta ku li 28.7.2023an. Z hate berdan, piştî dandina merivên wî /5/hezar Dolar weke reşwet û baceyine diravî.

  • Ji xelkê Gundê “Ebûdanê” – N. Bilbilê: Hemwelatî “Elî Reşîd Qasêm /45/sal” ji du salan ve, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha di Hepsa Reco ya Reş de -ta bê dadgehkirineke wêneyî jî- bêsûcane bendkirî ye.
  • Ji xelkê Gundê “Kokanê” – Navça Mabeta: Ji dora du heftan ve, Hemwelatî “Xelîl Ebdo kurê Arêf /35/sal”, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, piştî sê rojan ji vegera wî ji aliyê penaberiyê – Heleb bo cî û warê xwe û lêvegera wî ji wan re ji bo “serastkirina rewşa xwe”, û ew radestî Milîseyên “Asayêşa sivîl li Mabeta” hate kirin, û paşê bo Hepsa “Maratê” ya navendî hate guhestin.
  • Ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Navça Cindirêsê: Li 24.7.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Mistefa Binefşê /30/sal, Ebid El’rehman Hisên Elîko /35/sal, Xalêd Resûl Kelxelo /28/sal, Cim’e Mistefa Ewan /27/sal”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmetên têkeliyê bi (R.X) a berê re, û sisê ji wan piştî ferzkirina baceyine diravî li ser hatin berdan, û ta niha “Binefşê” bêsûcane bendkirî ye.
  • Ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – N. Mabeta: Ji bîst rojan ve, Hemwelatî “Farûq Zekeriye Reşo /25/sal”, ji aliyê “Asayêşa Mabeta” ve û birina wî bo Hepsa “Maratê” ya navendî, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Û li 27.7.2023an. Z, destlatên dagîrkeriyê Hemwelatî “Hisên Reşîd Hemze” ji xelkê Bajaroka “Kefersefre” berdan, ê ku li 15.7.2023. Z hatî girtin, piştî ferzkirina baceyeke diravî /300/Dolar Emrîkî li ser.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li êvara 27.7.2023an. Z, li Gundê “Hopka” – Navça Reco, di dewata kurapê serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” “Ebû Ebela El’zurbe” de qurşîn pir hatin avêtin, û qurşîn bi ser malên gund û Bajaroka Reco ya nêzîk jê ve ketin, di dema ku xelk ji ber germa Havînê li ser banên malan xew dikirin, lê destlatên dagîrkeriyê deng bi xwe nexistin, û avêtina qurşînan di boneyan û nav sivîlan de qedexe nakin, û hilgirtina çekan û bikaranîna tewşankî jê re, ji aliyê endamên milîseyan û piraniya sivîlên anînde ve (yên li herêmê hatine niştecîkirin) tiştekî normal û ne bendkirî ye.

“Qurşîn li ser nivînên xewê li ser banê maline Bajaroka Reco.”

= Binpêkirinine din:

– Di navboriya hefta çûyî de, ewlegeha/emniyeta Milîseyên “Feyleq El’şam” serjimareke niştecîbûnê çêkir û daxuyanin kesayetî û malbatî yên ewlehiyê li Gundên “Çeqmaqê Mezin û Çûçik, Elemdara, Çençeliya” – Navça Reco û hin din ji gund û bajarokên ku di bin desteserkirina wan de -yên ku tê de “Selîl El’xalidî” serkêşiya wan dike- li navçê amede kirin, ji bo Istîxbaratên Turkiyê, bi behaneya hûrlêrandina belavkirina alîkariyan; Ji bo  şopandina nêzîk ji Kurdan -nişteciyên resen- yên mane û zaro û merivên wan ên li dervayî herêmê rûdinin re.

“”Selîl El’xalidî” Serkêşê Milîseyên “Feyleq El’şam” li Navaça Reco.”

Girtinên bêsûcane di dermafê Kurdan de li Efrînê, ji zagona mirovahî ya navdewletî û destûr û zagona cezayên Sûrî re berevajîkirineke mezin e; Û bi ser ku kiryarên wan girtiyan ne tewanin li dijî kesan an civakê û dewletê bûn, ew bi kevnandina/kevinbûna ku li gor zagonê tê şikestin giştîkirî ne.

30.07.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Xortê birîndar û dijberîkirin li ser çêbûye “Nezmî Eşref Osman”.

 Birîndar “Azad Hisên Kul Dehdo”.

 Qurşîn li ser nivînên xewê li ser banê maline Bajaroka Reco.

 “Selîl El’xalidî” Serkêşê Milîseyên “Feyleq El’şam” li Navaça Reco.

——————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-254-30-07-2023– PDF

Çavkanî: https://yek-dem.net/ku/?p=14180

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir