Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” armanca xwe di talankirina malmewdanên Kurdan de – xelkê Herêma Efrînê û destdanîna li ser bêtirîn jê bi zorê çekan dibînin, ji bêtirî şeş salan ve, û dahatên wan malmewdanan ên mezin jî derin berîkên serkêş û berpirsiyarên çeteyên wê, bê rewatiyeke yasayî/zagonî yan pêşkêşkirina hin xizmetguzariyên giştî yên bêlî (ji xwe ew ne stubariya wan e), û li ser bingeha rêdanên olî yan siyasî yan jî behaneyên derewîn ên ku her kesekî/keseke xwedî wijdaneke mirovane wan napejrîne; Û eger baceyin li ser malmewdanina ji aliyê çi destlatê ve bêne ferzkirin, an zagon û biryarin ji bo sazkirin û rêvebirina malmewdanên giştî û taybet re werin derxistin, xwedêgiravî gerek bi riya rêvebirên sivîl be û bi şêwakî nivîskî berpirsiyar û ragihandî be, yanê bi taybetiya Herêma Efrînê divê ji Hikometa Anqerê de be -ji ber ku Turkiyê dewleteke dagîrker e- yan jî bi riya aceta wê “Hikometa Sûrî ya Demkí” be, û dahatên wê jî vegerin hevpîvana giştî/miwazenê el’ame.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dizîneke çekdarane û dijatiyek li ser hemwelatiyekî li Cindirêsê:
Li siba Yekşemê 19.05.2024an. Z, hemwelatiyê Kurd “Mihemed Hisên Xorşîd /69/sal” ji xelkê Gundê “Kora/ Navça Cindirêsê” – yê ku di warê guhertin û guhestina peran de kar dike rastî piroseyeke dizînê hat, li kolana şaxeyî ya li hember sûtemengeha/kaziya Berekat, ji aliyê hin kesine serçavgirtî ve di makînak cîp de, û ji paş ve bi pêşiya makînê li wî xistin û pêle herdu lingên wî kirin, di encamê de birîndar bû û hin derên wî şikestin, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate guhestin, lê piştî dizîna tûrekî -tibabeke dirav tê de- ji nav destan diz reviyan.
= Dijatiyek li ser ciwanekî ji Gundê “Memala Rojhilat”:
Li nivro 22.05.2024an. Z, du xortan ji anîndeyan mekin li ciwanê negîhayî “Reşîd Ezet Bîlal /16/sal” xist û hewil dan ku bifetsînin, li hember Mizgefta “Ibrahîm Xelîl” li orta Bajaroka “Reco”, bi sedema nelihevkirinekê li ser danîna melîkaneke cilên mêran li pêş dîkana “Ehmed Sebrî Dawod” – ji xelkê deverê û ya ku “Bîlêl” tê de kar dikir.
Herdu xortên dijayetî kirine jî ev in: “Mistefa Mihemed El’şêx /22/sal – xelkê Bajaroka Encara Gundewarê Heleb ê Rojava” û “Ebo Ereb /21/sal – ji xelkê Xota Şamê”, û herdu jî di dîkana sermûsakan/feta’êran de – li rex dîkana cilan di kolana mizgeftê de- kar dikin, û yê yekê tevî bavê xwe di nav Milîseyên “Tevgera Nûredîn Zenkî” de bû, û niha jî tevî merivin xwe yen din di bin parêziya Milîseyên “Feyleq El’şam” de ye, lê yê diwem bi ser Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’îslam” ve tê jimartin.
Were bîranîn jî ku “Mihemed El’şêx” bi zorê dest daniye ser dîkana koçberê zorane “Mihemed Eto” ji 2018an. Z ve, û tê de pêjxanyek/pêjgehek çêkirina feta’êra tê de vekiriye, û tevî birayên xwe jî dest danîne ser sê dîkan din li Reco, û tê de cerên xazê yên malan û cilan difroşin.
= “El’hemzat” keyayên/mixtarên Gundên “Çolaqa” û derdorê bi destdanîna ser malmewdanên ên ne li wir agahdar dike:
Weke civata ku li Gundê “Hecxelîl” – N. Reco li 12.05.2024an. Z hatiye li darxistin, ji keyayên gundên di bin desteseriya Milîseyên “Firqit El’hemzat” re, yên ku “Sêf Ebo Bekir” serkêşiya wan dike, û ya ku me di rapora xwe ya borî de li ser nivîsandiye; Ji berî heftakê, “El’hemzat” civateke din li Gundê “Çolaqa” – Navça Cindirêsê ji keyayên çend gundên di bin desteseriya wê de re çêkir, û ew bi biryara destdanîna dawiyê li ser tevaya malmewdanên hemwelatiyên ne li wir – ji xelkê wan gundan û li herêmên desteseriya Rijîma Sûriyê, Hêzên Sûriya Demikratîk, Îranê û Rûsiya (yanê eniya dijber li gir dîtina wan) rûdinin agahdar kirin, û herweha jî bi hilanîna destên merivên wan û yên ji wan re bi rêve dibin ji ser, û ji wan re gotin ew bûn malmewdanên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, û ewê salane bi tibaba diravî û kesê ku bixwazibe bi kirê bide, lê malmewdanên ên li Ewropa û Rojava rûdinin, dê vêrgiya 30% li ser berhema wan ferz bike.
Were bîranîn jî ku Parêzer “Mihemed El’selame – serokê nivîsgeha mafwerî ji hêza hevbeş (Firqit El’hemzat, Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat) re, ya ku li 03.02.2024an. Z li Bajarê Efrînê hatiye vekirin, bi hevaltiya qumandarin berê bi navê şoreşê ji Artêşa Sûriyê qetiyane”, li herdu civatên ku li herdu Gundên “Hecxelîl, Çolaqa” hatine lidarxistin beşdar bû, û biryara destdanînê bi navê “yasa û şoreşê” rewa dikir! Lê ji bîr dikir ku ev biryara nerewa berevajîkirineke bi robete ji zagonên navdewletî yên hatine danîn re, û herweha ji hemî rewayên asîmanî û nizimtirîn perensîpên sinciyane re, yên ku tu carî rê nadin zepkirina malmewdanên taybet li ser bingeheke siyasî yan bi behaneyine têvel û derewîn.
= Destdanîna ser vêlakê li Gundê “Şêx”:
Ji dora du heyvan ve, “Ehmed Şehûd Reşîd ê bi Haron El’reşîd tê nasîn” – cîgir û xwarziyê “Ebid El’nasêr Celal Şelûh”/serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan” rabû mala Hemwelatî “Henan Şêx” ji maleke mîna vêla li Gundê “Şêx” – Navça Reco qewitand û dest danî ser, bi behaneya ku “xwediyê wê li Bajarê Heleb rûniştiye û peyê rijîmê ye”, bi ser ku yê hatiye qewitandin ji sala 2018an. Z ve bi rêdank/wekalet ji xwediyê wê ve tê de rûniştiye.
Û li gor jêdereke xwecihî li Navça Reco, mal a koçberbûyê zorane “Mistefa Seydo” ji xelkê gund e, û piştî ku termê diya “Seydo” ya li Heleb miriye ji berî dora sê heyvan di goristana gund de hatiye veşartin, vêlê bala “Haron El’reşîd” kişand û rabû lêkolîn di rewşa wê de çêkir, bi ser ku ew/xwediyê vêlê di qesra dadmendiyê de tenê karmendekî sivîl e û ne girêdayî tu aliyekî siyasî ye.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 17.05.2024an. Z, li Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, keçeke negîhayî di mercine ne zalal de mir, û ew keç ji anîndeyê Deşta “Xabê” ye – Gundewarê Hemê yê Bakur Rojava, û şormorin hene ku ew li ser destê merivekî wê hatiye kuştin, lê malbat jî dibêje wê xwe bi darve kiriye, û nemeze ku bûyerên kuştina keç û jinan di nav anîndeyên ku anîne herêmê de, an bi navê “rûmetê/şerefê” yan jî di nav toreyên bi gûman de têne dubarekirin, di siya belavkirina tundûtûjiya olî û filtandina bi rengekî fere ji sezakirinê/cezakirinê.
– Li siba 17.05.2024an. Z, Xort “Hûsam Emar El’umer” ji Gundê “El’ziyare” – Gundewarê Hemê li Navça Bilbilê/li nêzîk sînorê Turkiyê kuştî hate dîtin, li dema ku wî hewil dida bi riya qaçaxciyine ji milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” sînor derbas bike û here Turkiyê; Û li gor tiştê li navçê tê gotin, gûman heye ku “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” li paş kuştina wî be, li ser nelihevkirineke berê di nav bavê wî “Emar Mihemed El’umer/Ebo Reşe” û “Ebo Emşe” de – yê li 17.07.2023an. Z bi kuştina “Ebo Reşe” li Bajarê Cindirêsê hatiye tewanbarkirin.
– Li berbanga 19.05.2024an. Z, hêzeke ji sedan endamên Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Efrînê” Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê basmîş kir, da ku -li gor gotina wê- şaneke “Da’işê” bigire, vêca qurşîn bi jor ve û di ser malan re avêtin, û tirs di nav sivîlan de çêkir.
Em dipirsin, tekez e ku “Hikometa Sûrî ya Demkî” ya bi derewîn dibêje ew nûnertiya “Şoreşê û Gelê Sûriyê” dike, û li xwe dine ku Milîseyên “El’hemzat û El’emşat û yên din” di çarçewa govdeya “Artêşa wê ya Niştîmanî ya Sûrî” de ne, haya wan ji ferzkirina vêrgiyên mezin li ser malmewdanên xelkê Efrînê û herweha jî ji zepkirina malmewdanên ên ne li wir û hin rewşan de yên li wir jî heye…Vêca çima xwe ji ber berpirsiyartiyê vedişêre û xwe dide yal, û herweha jî Berpirsiyarên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî? Yan jî ew ji gendelî û binpêkirin û tewanên li ser erdê têne kirin razî ne?!
25.05.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Hemwelatî “Mihemed Hisên Xorşîd” yê ku dijayetî li ser hatiye kirin.
– Kolana mizgeftê li orta Bajaroka “Reco”, ya ku tê de dijayetî li ser ciwanê Kurd “Reşîd Ezet Bîlal” hatiye kirin.
– “Mihemed El’şêx” ê ji Bajaroka “Encara” – Gundewarê Heleb a Rojava û yê ku dest daniye ser dîkanina li Bajaroka “Reco”.
– Ê ku bi “Parêzer Mihemed El’selame” tê navdan – serokê “Nivîsgeha mafwerî li ba hêza hevbeş a El’hemzat û El’emşat”.
– Mala/vêla Hemwelatî “Mistefa Sîdo” li Gundê “El’şêx” – N. Reco.
– “Ehmed Şehûd Reşîd ê bi Haron El’reşîd tê navdan” – cîgir û xwarziyê “Ebid El’nasêr Celal Şelûh” – serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan/El’firqe El’tasî’e”.
————
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: