Efrîn di bin dagîrkeriyê de (292)

.

Bi vegerandina li doseyên bi dehan -ger em nebêjin bi sedan- ji şervan û sivîlên Kurd re, yên ku Artêşa Turkiyê li dema dijberiya li ser Efrînê û piştî wê dîl kirine û girtine, û paşê jî guhestine Turkiyê û li gorî zagonên Turkiyê dane  dadgehkirin, û wan dadgehan jî sezayin hişk di dermafê wan de ferz kirin, bê ku tewanek li ser erdê Turkiyê kiribin, û pir caran jî bi tewanbariyên çêkirî, û ta ku hin ji wana li dema şer  -weke berevanî di ber xwe de- di karine şerkarî ye rewa de pişikdarî kiribin jî…Em dibînin Turkiyê bervajîkirinine bi robet ji “Zagona Navdewletî û mirovahî” û ji Ragîhandina Cîhanî ya Mafên Mirovan” re pêk anîne.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijatiyek bi kêrê li ser sivîlekî Kurd:

Îro sibehê, li kolana serekîn, li nav xirbeliqiya/qerebaliqiya bazara Bajaroka “Reco” ya heftane, û li pêş çavên gerokên Milîseyên “Asayêşa Sivîl û Asayêşa Leşkerî” yên bi piranî têne dîtin û dibêjin ew sîstema giştî dipên û sivîlan diparêzin, lê bê ku xwe bilivînin û tewankêr qedexe bikin, “El’hac Ebo Hîşam” ( ê ji Bajarê “Edra” – Gundewarê Ṣamê û endam li ba Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’îslam” rabû deriyê dîkana bazirganiya zêtê zeytûna ya Hemwelatî “Emîr Hisên Bîlal” ji xelkê Gundê “Hecxelîl” – Navça Reco şikand, û paşê jî bi sixêfan êrişî birayê wî Hemwelatî “Azad Hisên Bîlal /45/sal” kir û bi kêrê lêxist, û birînek dirêj û kûr di destê wî yê çepê de çêkir, û ji ber wê ji bo dermankirinê bo nexweşxana Reco hate şandin û ji wir jî bo Nexweşxana Leşkerî li Bajarê Efrînê hate rêkirin, û bê ku kêşeyek berê di navbera dijker û wan herdu biran “Bîlal” de hebe, yan jî sedemek yekser ji tewana wî re hebe; Û bê zanîn jî ku ew -weke kes- li ba asayêşê û destlatên xwecihî naskirî ye, û herweha jî li ba xelkê bi giştî bi şerûdbûn û dijberbûna xwe navdar e.

 

= Darizandina li ser dîlekî bi /20/sal hepis:

Xort “Silêman Cemîl Kilxilo /30/sal – xwedî hevjîn û zarok” ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Navça Cindirêsê, li ba Rêvebiriya Xweser a berê (RX) li Efrînê di nav refên Hêzên Berevaniya Xweser (leşkeriya neçar) de bû, û ew li roja diwem ji dijberiya li ser herêmê (21.01.2018. Z) tevî du şervanên din bi destê Milîseyên “Feyleq El’şam” hatin dîlkirin – li gor vîdiyoke di wê demê de belavkirî û li ba me parastî, û nemaze jî lingê “Kilxilo” bi birîne.

Destpêkê nûçeyên “Kilxilo” qut bûn, û piştî çend heyvan hate xuyakirin ku ew di hepseke Turkiyê de ye (yanê Artêşa Turkiyê ew radest birî ye û guhestiye Turkiyê), û ew hate îşkencekirin, û paşê jî bi tewanbariya têkildariyê bi (RX) a berê re, dadgeha “Edenê” ya Turkî bi /20/sal hepis da darizandin, û ya rast salixa kesekî dîl li ser wî dimeşe, ji ber ku rengê nakokî û rewşa hebû navdewletî (Turkiyê – Sûriyê) bû, û bingeh û perensîpên parastina dîlên şer li gorî Hevpeymana Cinvê ya sala /1929/an. Z, û Hevpeymana Cinêve ya Siyem ya sal /1949/an. Z û Pirotokola Yekem a lê hatiye zêdekirin a sala /1977/an. Z, çênabe dîlên şer bêne dûdankirin/şopandin bi sedema pişikdariya wan di piroseyên şerkarî de, û bendkirina wan jî ne rengek ji rengên sezakirin ye, û tenê armanc jê nehîṣtina berdewamiya pişikdariya wan di nakokdariyê de ye. Yanê divê bê milmilandin û yekser piştî dawîbûna piroseyên şerkariyê ew serbest werin berdan û li welatên wan bêne vegerandin.

Û li gor jêdereke xwecihî, niha “Kilxilo” li Wîlayeta”Hetayê” di hepsekê de ye; Û me nikanî nasbikira ka ew herdu şervanên din ên Kurd ên dîlkirî yên di wê perçevîdiyoyê de derketine kî ne, rewşa wan gihîştiye kû, û çarenûsa wan çi ye!

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

– Ji Rezbera/Êlûna 2023an. Z ve, xort “Sîwar Mihemed Ereb – Zayîna sala 1989an. Z” ji xelkê Gundê “Keferdelê Jorin” – Navça Cindirêsê, bi tuhmeta pişikdariyê di xizmetguzariya pabendî de li ba (RX) a berê, li Bajarê “Mari’ê”, li dema derbasbûna wî di nav re, bi mebesta vegerê bo herêma xwe ji Heleb – ciyê penaberiyê, û ta niha bêsûcane girtî ye, bê ku bidin dadgehkirinekê.

– Ji dora bîst rojan ve, Hemwelatî “Nîdal Abdîn Mihemed Oso /35/sal” ji xelkê Gundê “Şîltehtê” – Navça Bilbilê, ji aliyê rêbenda ewlehiya li derbasgeha Efrînê ya Rojhilat ve, bi tewanbariya têkildariyê bi (RX) a berê re, û bo Hepsa “Maratê” ya navendî li Bajarê Efrînê hate birin.

– Ji dora du heftan ve, Hemwelatî “Ehmed Mihemed Sebrî /58/sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – Navça Reco, piştî çend rojan ji gihîştina wî ji gund re ji Libnanê, û bo hepseke Bajaroka Reco hate birin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

– Li 08.06.2024an. Z, herdu hemwelatî “Arêf Mihemed Kedelo /52/sal, Mihemed Faroq Kedelo /58/sal” ji mala wan li Gundê “Qulkê/Celemê” – Navça Cindirêsê, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û piştî rojekê û ferzkirina baceyeke diravî /300/ Dolar Emrîkî li ser her yekî ji wan ew berdan.

= Şewtandinên daristanan:

Piştî nîvro ji roja Pêncşemê 13.06.2024an. Z, agirin di daristaneke îhracê ye xwezayî de li çiyayê di navêna herdu Gundên “Ṣêxorzê” û “Ebûdanê” de – Navça Bilbilê hatin vêxistin, û ta nîvê şevê berdewam bûn. Û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê bi ser çetiniyan de ew şewat vemirandin, û mebestkirina agirpêxistinê açiq bû, û milîseyên çekdar û tîpên Dewleta Turkiyê û destlatên xwecihî bi tu rengî pişikdarî di vemirandina êgir de nekirin.

= Dizîna simaqê:

Li gor jêdereke xwecihî, çekdarên milîseyan û yên jê ve nêzîk ji anîndeyan dest bi dizîna werzên simaqê li gundine herdu Navçên “Şera û Bilbilê” kirin, bi ser ku hîn simaq nebûye jî, û dizîn rolinîvro û li pêş çavên rêbendên ewlekariyê û destlatên xwecihî tê kirin, bê ku xwe bilivînin û wan nehêlibin bidizin, û hin caran jî li ber çavên xwediyên daran, ên ku newêrin yekser nehêlibin an jî giliyan pêşkêşî aliyên pêwendîdar bikin, da ku ew rastî dijatiyan û tiştê pîstir netên.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Di navboriya herdu rojên derbasbûyî de, di navbera du giropên çekdar ji herdu Êlên “Lihêb” û “Mewalî” de (yên bi anîndindane û li Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera rûniştine) pevçûnin derketin, bi sedema şerekî di navêna du zarokên herdu aliyan de.

– Li 13.06.2024an. Z, di navêna giropa ku “Ebo Ewed – berpirsiyarê Gundê Umer Simo/Şera û ji Milîseyên Artêşa/ceyṣ El’nuxbe” serkêşiya wê dike û çekdarin ji Êla “El’mewalî” de pevçûnin derketin, û di encamê de du jin birîndar bûn û du endam ji “El’nuxbe” hatin kuştin, li set çêrandina keriyên pêz di nav erdekî ku pirêza gênim lê heye de, li nêzîk Kela “Horî”, û erd jî yê yekî G. “Umer Simo” ye, û ji 2018an. Z ve “El’nuxbe” dest daniye ser, û ta niha gizgizî di nav herdu aliyan de heye.

– “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê li Roja Pêncṣemê 13.06.2024an. Z, termê mêrekî nasnama wî nediyar ji erdekî çandiniyê li nêzîk Gundê “Tulifê” – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê derxistin, ê çend roj di ser mirina wî re derbas bûne; Û li gor jêdereke xwecihî ew mêr yek ji anîndeyên anîne herêmê ye, û sedem û çawabûna kuştina wî jî ne naskirî ne.

Dadgehên Turkiyê û yên li Bakurê Sûriyê di bin destlatiya Dagîrkeriya Turkiyê de, biryarine hişk û bêsûc û nemafdar di dermafê dîl û girtiyên Kurd de standine, li ser bingeheke siyasî û tolhildanî, û pir caran jî bi tuhmetên çêkirî, û bê pêngavavêtinên dadwerî yên neyalane û dadmend, ji bilî bi sedan ji yên di girtîgeh û zîndanên diziyane de zorane veşartî û yên jiyana xwe ji dest dane.

15.06.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Hemwelatî “Azad Hisên Bîlal” ê ku dijayetî li ser hatiye kirin.

 “El’hac Ebo Hîşam” ê ku dijayetî kiriye.

 Xort “Silêman Cemîl Kilxilo” tevî herdu hevalên wî, li dema dîlkirina wan ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam”, li 21.01.2018an. Z.

 Xortê girtî “Sîwar Mihemed Ereb”.

 Şewtandina daristaneke xwezayî li çiyayê di navêna herdu gundên “Şêxorzê” û “Ebûdanê” de – N.Bilbilê, 13.06.2024. Z.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-292-15-06-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin