Efrîn di bin dagîrkeriyê de (295)

.

Dema ku “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” bi damança xwe qurşin bi jor ve avêtin, ji bo gotarbêjekî xwe yî li kêlek xwe bihevojîne, da ku careke din gotina “tiz bi Amrîka” li pêş girseyek ji alîgirên xwe yên anîndekirî li Navça Şiyê dubare bike, mîna cûreyek ji tinazî û pêkenînê bi Amrîka, piştî ragîhandina wê li 17.08.2023an. Z ferzkirina sezayina li ser wî û birayê wî, li ser fabrîka wî ya makînan li Turkiyê, li ser Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah” û weha jî li ser pişikdarê/ortaqê wî “Sêf Ebo Bekir” û Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemze”…Wî wê hîngê biryara xwe di berdewamkirina pêkanîna binpêkirin û tewanên bi robet de dabû, ta dema ku ew ji bal Istîxbaratên Turkiyê ve tê hevojtin û parastin, û ji aliyê “Dewlet Bahşetlî/Bahçelî” – serokê Tevgera Netewî ya Turkî (MHP) û berpirsiyarin din en Turk ve bi dizî û aşkere tê hembêzkirin!

“Mihemed El’casêm qurşînan ji damanca/dabanca xwe bi jor ve davêje, weke hevojtin ji gotarbêjekî xwe re, ji bo ku ew gotina “tiz ji Amrîka re” li pêş girseyek ji alîgirên wî dubare bike, di festîvaleke li Bajaroka “” de, li 21.08.2023an.Z”

Ev jî hin bûyînin li ser rewşên serwerkirî ne:

= Vêrgiyên “Ebo Emşe”:

Mihemed Hisên El’casêm/Ebo Emşe ji zayîndeya 1987 ye – Gundê “Cose”/Herêma Siqêlbiyê/Gundewarê Hemê yê Bakur Rojava, ew û “Sêf Ebo Bekir” di “Hêza Hevbeş – herdu Tîpên/Firqeyên El’emşat û El’hemzat” de pişikdar in li rex wan jî Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ên ku “Fehîm Îse” serkêşiya wan dike  (ew hersê û koka piraniya endamên wan jî Turkman in), her derin bi hêz dibin û çarçewa bandoriya desteserkirina wan jî bi piştgiriya Turkiyê ya yekser li ser hesabê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” yên din fere dibe, bi taybetî piştî xwepêşandanên dawî yên li dijî Turkiyê!

 

“”Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” digel “Dewlet Bahçelî” – serokê Tevgera Netewî ya Turkî (MHP) li Anqerê, li 16.07.2024an. Z.”

“Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” ligel “Ela’i El’dîn Çakcî” – serkêşekî Rêxistina “Gurên Beresorî” û berztirîn mafiya Turkiyê, û yê ku bi lêborandinekê ji Erdoxan de ji hepsê derketiyê, li 17.07.2024an. Z – wêne jî ji Rûpela “Alaattin Çakci” li ser pilatforma “Êks”.”

Gund û bajarokên di bin desteseriya “Ebo Emşe” de rastî pêngavine ewlehiyetê yen mekin tên, û herweha jî danûstandinên pîs û qebhet bi sivîlan re, û taybetî bi Kurdan -nişteciyên resen- re. Û li vê dawiyê wî vêrgiyine mezin û bi behaneyine nû li ser wan dan ferzkirin, em jê van bi bîr wînin:

 /200/ wereqe/lîre Turk li ser her Malbateke Kurd (dora /500/ malbatî – yên li wir) li Bajaroka Mabeta, û di encamê de dora /100/hezar pere Turk= /3/ hezar Dolar Emrîkî hate wergirtin.

 /300/ wereqe Turk li ser her Malbateke Kurd (dora/50/malbatî – yên li wir) li Gundê Qenterê” – Navça Mabeta, û di encamê de dora /15/ hezar pere Turk= /500/Dolar hate wergirtin.

 /100-300/Dolar Emrîkî li ser her Malbateke Kurd (dora/300/malbatî – yên li wir) li Bajaroka “Kaxirê” – Navça Mabeta, bi boneya werza/mûsima simaqê, û di encamê de derdora /25/hezar Dolar hate wergirtin.

 Du hezar Dolar Emrîkî li ser xwediyê her guvêşgeheke zeytûna li Navça Şiyê (dora /20/guvêşgehî), û di encamê de dora /40/hezar Dolarî hate wergirtin.

– Du hezar Dolar li ser her keyakî/mixtarekî (dora /25/ keyan) li (Bajaroka Şiyê û gundên pêve girêdayî, û Gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin, Merwaniyê Jorin û Hêkiçê” – Navça Cindirêsê) û hin gundên biçûk yên hevcîwar, yanê bi giştî dora /50/hezar Dolar Emrîkî, beşek jê hate wergirtin û kar li ser wergirtina yê mayî jî tê kirin, û komkirina tibaban ji Kurdan (wekîlên xwediyên malmewdanan ên ne li wir) bi keyan hatiye hilpesartin.

Û were bîranîn jî ku Milîseyên “Ebo Emşe” bi tenê dora/27/milyon Dolar Emrîkî vêrgî ji werza zeytûna ya borî wergirtibûn.

“Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” digel kesatiyin berz di Rêxistina “Gurên Beresorî” û “Tevgera Netewî ya Turkî” de.”

Û herweha jî “El’emşat” van kiryaran dikin:

 Şandina pey her yekî/yekê (ji Kurdan – nişteciyên gundên di bin desteseriya wê de) ku ji Avdara 2018. Z ve bi têkildariyê digel Rêvebiriya Xweser(RX) hatiye tewanbarkirin, û berê ji aliyê ewlehiyetên/emniyetên wê ve hatiye xwestin û seza û darizandin ji aliyê dadgeriyên dagîrkeriyê ve pê hatine derxistin, bace û vêrgiyên diravî jê hatibin birin, û ta ku rewşa wî/wê hatibe serastkirin jî, ji bo careke din wî/wê bide cefilandin û vêrgiyeke ji /1-3/hezar Dolar li ser bide ferzkirin.

 Ferzkirina /6/hezar Dolar li ser her kesekî ji Bajarê “Heleb” û Herêma “Şehba’i” û herêmên din ên Sûriyê yên ne di bin dagîrkerî û bandora Turkiyê de vedigere ser cî û warê xwe, û weha jî /3/hezar Dolar li ser her kesekî ku jixweberê ji Turkiyê hatiye zorane derkirî, yan jî ji dervayî Sûriyê hatiye.

 Malmewdanên ên vedigerin lê nayêne vegerandin ta ku vêrgiyeke kesayetî jê neyê wergirtin û rewşa wî/wê ya ewlekarî li ba “El’emşat” û  “Istîxbaratên Turkiyê” -her yek bi tenê- neyê duristkirin, û li rex wê ferzkirina vêrgiya /35/Dolar (vêrgiya nebeşdariyê) li ser her dareke zeytûne ye deştayî ye wî/wê; Weke çawa bi Hemwelatî “Mistefa Giroyê Mihê” re (yê vegeriye gundê xwe “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê) çêbûye, ewê ku tevî zaroyên xwe hatine girtin û ji bo lêvegerandina malmewdanên wî tibabine mezin li ser têne ferzkirin.

 Li vê dawiyê, destdanîna ser du dîkanên zaroyên “Kemal Se’ido” li Gundê “Anqelê” – Navça Şiyê, ji reseniya çaran ên ku ji salekê ve hatine avakirin.

Ew binpêkirin bi sertî û qebhet jî têne kirin, û bi karanîna keyan ji bo agahdarkirinê û komkirina peran, û pir caran kurd têne neçarkirin ku di demin kurt de -dibe di navêna nîvro û êvara heman rojê de be- fermanan cibicî bikin, û her yekî/yekê berevajî fermanan here yan jî pê ne razî be, rastî kêmrûmetkirin û lêdanê û zêdekirina vêrgiyan dibe.

Hema dijayetiyên li ser rûmetên Hemwelatiyên Kurd û anîndeyan û bi taybetî destdirêjiyên cinsî -bi hemî rengan- li ser jinan, ji aliyê “Ebo Emşe” û bira û berpirsiyarên milîseyên wî ve gelek in, lê ew ji aliyê yên dijayetî li ser wan dibe ve têne veşartin, ji tirsa cerisandinê û rastîhatina bêtirîn êşandin û dijayatiyan.

“”Mihemed El’casêm” digel “Yûsêf Diya’i Arbecak” – serkêşekî Rêxistina “Gurên Beresorî”, û hin din ji serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”.”

= Girtin û veşartina şeş salan ji çar Kurdên bi ser Turkiyê ve:

Li gor agahiyine weke hev ji jêderine cuda, yek jê nêzîk ji “çar girtiyên Kurd” ve û hin din yên xwecihî, ya din gotina çalakvan “Loncîn Ebodo” – Rêvebira Komeleya Lêlûn a Qurbaniyan (a ku li Firansa rûdine û ya ku bi wan re di hepsa bi dizî de) bi Kenala Rûdaw re li Êvara 08.07.2024an. Z, û herweha jî ew nûçeyên li ser Rûpelên Hevgîhandina civakî li destpêka girtina wan -navîna sala 2018. Z- û di navboriya vê heyvê de belavkirî, ev xuyabû:

 (Mes’ûd Îbo/Ebo El’mecid Komele /35/sal ji xelkê Gundê “Sosinbat – Herêma Babê”, “Îse Arêf Kedelo/Ebo Meryem El’efrînî /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Herêma Efrînê) li dema dijberiya li ser Efrînê li çarêka yekem ji sala 2018an. Z, di nav refên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de bûn, û berî wê jî bi “Hevrêziyên Şoreşê” re bûn, û paşê jî ji destpêkê ve bi “Artêşa Azad” re.

 “Qasêm Arêf Kedelo /27/sal – birayê Îse, û Xalêd Sebrî Kedelo /21/sal – biraziyê Îse” bi (RX) re têkildar bûn, û vegerîn Bajaroka xwe “Celemê” piştî dawîbûna şer û li rex merivê xwe “Îse” sekinîn.

 Di navboriya çend heyvên piştî dagîrkirina Efrînê de li Avdara 2018an. Z, ew giropên bi “Kurdî” salixdayî û yên ku di talana Efrînê ya Destlatên Turkiyê de pişikdarî kirine, hatin helandin, refên wan ji hev hatin şelandin û serkêşine wan jî hatin tunekirin û hin din jî hatin girtin, ta ku tu  bermayî ji wan nema; Hejmara wan şeş girop bûn û têkeliya wan bi “Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê” re hebûn – li gor daxuyanekê ji “Fû’ad Elîko“/nûnerekî encûmenê li ba “Hemahengiya Sûrî ya Rikber” di wê hîngê de.

 Herçar “Mes’ûdÎseQasêmXalêd – wê hîngê negîhayî bû /16/sal” di navboriya Heyva Pûşperê 2018an de hatin girtin, bi sedema endamtiya wan a netewî, tewanbarkirina wan bi mêldariyê li gel xelkê Efrînê, û zeliqandina tuhmeta têkildariyê bi Yekîneyên Parastina Gel YPG re bi wan ve.

 Ew zorane di Hepsa “Hewar Kilis” – Herêma Ezazê ya bi dizî  (a di bin rêvebirina milîseyên bi ser Turkiyê ve û istîxbaratên wê de) hatin veşartin, li gel girseyek ji Girtiyên Kurd ên din, bê ku tu têkelî bi cîhana derve re hebe, ta ku bo Hepsa Bajaroka “Çobanbegê/El’ra’î” hatin guhestin û li çarî vê Tîrmehê de jî dane ber dadgeheke xwe, piştî derbasbûna şeş salan ji girtina wan, û bê zanîn ku ew rastî îşkencekirineke mekin û hemî danûsitandinên sert ên kêmrûmet û qopirandina lêmikûrhatinên bi zorê hatin.

= Şewatên daristanan:

Weke hercar, li Duşemê 15.07.2024an. Z, agirin bi daristaneke îhracê ye xwezayî li destpêka çiyayên Geliyê “Sarsînê” (ye di navêna herdu Gundên “Hopka û Etmana” – Navça Reco de) ketin, û li gor xelkê yê kiryar dizê navdayî “Ebo Elî” (yê ji “Xota” – Gundewarê Şamê) ye; Û herweha jî “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê piştî /7/katan ji karê berdewam ew agir vemirandin, û wan agiran dora /300/donim ji daristanê daqultand/daqurtan.

“Şewatek li daristaneke çiyayên Geliyê “Sarsînê” de – Navça “Reco”, li 15.07.2024an. Z.”

= Geregoşî û serberdayetî:

Li siba Çarşemê 17.07.2024an. Z, xelkê termê xortekî kuştî û li ser jî şopên şewatina hebûn dîtin, li ser riya di navbera Gundê “Xirabê Şera” û Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera de, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” got: “Ku tîpên wê ew term guhest bijîşkgeha rewatiyê li Efrînê”, û jêderine din tekez kirin ku term ê “Mihemed Efîf El’usman” ye – ê ji Bajarê Sifîrê/Rojhilatê Parêzgeha Heleb sala 1999. Z; Berî çend rojan ji dîtina termê wî, wî hewildida ku bi riyên qaçaxiyê derbasî Turkiyê bibe, da ku ji nû ve xwe bigihîne xwediyên xwe, ji ber ku ji berî du heftan ji kuştina wî ew zorane ji Turkiyê hate derbiderkirin.

“Guhestina termê Xort “Mihemed Efîf El’usman” ji ciyê lê hatiye dîtin ta bijîşkargeha/bijîśkxaneya Rewatiyê li Bajarê Efrînê, ji aliyê “Berevaniya Sivîl a Sûrî” ve.”

= Binpêkirinine din:

 Berpirsiyarê Gundê “Upila” – Navça Bilbilê ji Milîseyên “Firqit El’hemze” /6/hezar Dolar Emrîkî li ser Hemwelatî “Mistefa Bekir Hesen Osê /30/sal” ferz kir, li Cejna Qurbanê jî bi /500/Dolar din tewaw kir, û bi tuhmetên çêkirî gef kir, bi behaneya ku wêneyine wî yen beşdarbûnê di şahiyeke Cejna Newrozê de ji berî çend salan li Kurdistana Îraqê ji aliyê alîgirên Partiya Karkirên Kurdistanê PKK ve hene; Û ji ber ku ew haltenik û perîşane, neçar bû ku /35/darên zeytûnê bifroşe, ji bo dandina wan vêrgiyan.

 “Ebo Es’ed Dîbo” – serkêşekî Milîseyên “Feyleq El’şam” dest dîdine ser du malan (vêlan) ên Hemwelatî “Mihemed Ebid El’qadêr Qenber, û Şerîf Xelîl Isma’îl” û herweha jî bi hezaran darên zeytûnê û rezên tirî yên koçberên zorane ji xelkên gundine “Meydana” – Navça Reco, ji dema dagîrkeriya herêmê ve sala 2018an. Z, û Kurdên mane jî neçar dike ku bê kirê û dandina xerciyan xizmet wan zeviyên desteserkirî bikin, û weha jî vêrgiyin li ser herdu werzên tirî û simaqê -weke hersal- dan ferzkirin.

Bi ser binpêkirinên bi robet ji mafên mirovan re yên ku “Ebo Emşe” pêk tîne û cersiyên bi dû wî ketine de, ew mêldariyên xwe yên netewî yên Turkî yên nijadperestî jî venaşêre, ew xwe bi Osmaniyetê û Ala Turkiyê û Erdoxan ji xwe wek serkêş serbilind dibîne, û fermanên wî li kû be -çi li hundir Sûriyê û çi li derveyí wê- cîbicî dike, û li ser şerê li rex Hezên Turkiyê dişidîne, û bi dagîrkirina Turkiyê ji Bakurê Qubrisê re şanaziyê dike, û bi ser de jî hevdîtina digel berztirîn serkêşên Tevgera Netewî ya Turkî ya Tundrew û Rêxistina “Gurên Beresorî”.

20.07.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Mihemed El’casêm qurşînan ji damanca/dabanca xwe bi jor ve davêje, weke hevojtin ji gotarbêjekî xwe re, ji bo ku ew gotina “tiz ji Amrîka re” li pêş girseyek ji alîgirên wî dubare bike, di festîvaleke li Bajaroka “” de, li 21.08.2023an. Z.

– “Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” digel “Dewlet Bahçelî” – serokê Tevgera Netewî ya Turkî (MHP) li Anqerê, li 16.07.2024an. Z.

– “Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” ligel “Ela’i El’dîn Çakcî” – serkêşekî Rêxistina “Gurên Beresorî” û berztirîn mafiya Turkiyê, û yê ku bi lêborandinekê ji Erdoxan de ji hepsê derketiyê, li 17.07.2024an. Z – wêne jî ji Rûpela “Alaattin Çakci” li ser pilatforma “Êks”.

– “Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” digel kesatiyin berz di Rêxistina “Gurên Beresorî” û “Tevgera Netewî ya Turkî” de.

– “Mihemed El’casêm” digel “Yûsêf Diya’i Arbecak” – serkêşekî Rêxistina “Gurên Beresorî”, û hin din ji serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”.

– Şewatek li daristaneke çiyayên Geliyê “Sarsînê” de – Navça “Reco”, li 15.07.2024an. Z.

– Guhestina termê Xort “Mihemed Efîf El’usman” ji ciyê lê hatiye dîtin ta bijîşkargeha/bijîśkxaneya Rewatiyê li Bajarê Efrînê, ji aliyê “Berevaniya Sivîl a Sûrî” ve.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-295-20-07-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn