Efrîn di bin dagîrkeriyê de (296)

.

Tewanin mezin di dermafê Kurdan û herêma wan de -bê lêpêşgirtin têne kirin, ji aliyê yên bi “ol û şoreşê” bang dikin ve, û bi serpereştiya mamosteyê wan ê mezin “Receb Teyêb Erdoxan” ê ku bi derewîn “parastina Kurdan û dandina mafên wan” radigihîne; Herweha jî “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” bi hemî pêkhateyên wê yên têvel ve û “Desteya Danûstandinê” di van tewanan de pişikdar/ortaq in, çi bi sedemdîtinê/tebrîrkirinê û çi bi nemikûrhatinê/inkarkirinê û parastina milîseyan, û bi ser de jî bi derewên li ser Sûriyan û Civaka Navdewletî, dema dibêjin Efrîn rizgarkirî, aramkirî û hêmenkirî ye!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên sewerkirî ne:

= Dijatiyek li ser jineke Kurd:

Li Roja Şemiyê li ser Nîvro 20.07.2024. Z, li dema çûndina hemwelatiya Kurd “Nisrîn Hesen Bîlal” ji gundê xwe “Hecxelîl” bo Bajaroka Reco ya nêzîk, du xortan (Ibrahîm Şihade, Ebo Mihemed) ji Bajarê “Edre” ji Gundewarê Şamê û bi ser Milîseyên “Ceyş El’îslam” ve û li ser matoreke dutekerî rê lê girtin, û hewil dan ku çentê wê ji dest biqoprînin/bigirin, lê li ber xwe da, û ji ber ew hinekî li dû matorê hate kişandin û benê çentê wê bi kêrê hate qutkirin,  govdeyê wê hate derizandin û parsiyine wê şikestin, li cihekî dora/50/metroyî ji rêbendeke ewleheyî ye asayêşê dûr. Vêca endamên rêbendê neçar bûn ku bidin dû herdu dizan piştî hewildana hemwelatiyekî ji gund, û di encamê de “Şehade” hate girtin û yê dudiyê jî revî, û dema ku “Nisrînê” giliyê xwe pêşkêşî navenda “Asayêşê li Reco” kir, ew ji aliyê “Kemal Mihyedîn El’eşqer/Ebo Hemdo” (yê ji Bajarê Edre jî û bi ser “Artêşa/Ceyş El’îslam” ve û nihajî endam li ba abortiya “Ehrar El’şerqiyê”) ve rastî zext û gefan hat, da ku li herdu dizan gilî neke, û bi vegerandina çente û pere û zêr û xilyewiya xwe razî bibe.

= Dijatiyek li ser sivîlekî li “Metîna”:

Berî salekê hemwelatî “Ferhad Hec Ebdo kurê Heyder /37/sal – zewiciye û xwediyê du zarokan e” ji xelkê Gundê “Metîna” – Navça Şera, ji aliyê Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mûrad” ve rastî revandinê û lêdaneke mekin û tengasîkirinê hat; Û herweha jî li Roja Çarşemê 24.07.2024an. Z, dema ku piştî nîvro bi tirektora xwe çûye nav zeviyeke zeytûna li Cîgeha “Çê/cebel” – Rojavayê gund ji bo ajotina wê û ta êvarê venegeriye, xwedî neçar bûn û lê gerîn, tirektor sekinandî di nav zeytûna de û ew jî di gelîkî de û ji ber lêdaneke mekin di rewşeke xerab de dîtin, û ew guhestin mal û ta niha jî li ser nivîna lal û gêj e.

Zeviyê zeytûna nêzîkî “Leşkergeha Hirş”/Biryargeha “El’sultan Mûrad” e, ya li ser riya ku dere Gundê “Qurtqilaqê”, û ya ku “Erabe Idrîs” kurê birayê “Selîm Idrîs – wezîrê berê yê berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” di ber de berpirsiyar.

= Şelandineke çekdar:

Li siba Pêncşemê 25.07.2024an. Z, Hemwelatî “Ebid El’ezîz Zekeriye Xilo – xwediyê dîkaneke guhertin û guhestina peran li Bajarê Efrînê” ji xelkê Gundê “Xelîl – Navça Şiyê” û hevalriya wî xort “Hemdoş Mihemed Hemdoş” li nêzîk Bajarê “Danê” – Parêzgeha Idlibê, ji aliyê giropeke çekdar ye serçavgirtî û bi makînak cîp bê nimre ve, tûşî piroseya şelandineke çekdarane hatin, û tibabine perên têvel dora /500/ hezar Dolar Emrîkî jê hatin şelandin; Û wan herdiwan giliyek pêşkêşî ewlekariya giştî ya “Desteya Tehrîr El’şam” a desteseriya herêmê dike kirin, piştî ku li nav erdekî çandiniyê  ye li derveyî riya giştî hatin berdan; Û ta niha ew diz û çete nehatine girtin.

= Bûyereke kambax: 

Li siba Sêşemê 23.07.2024. Z, xelkê Gundê “Me’iserkê” – Navça Mabeta ji nişke ve bihîstin ku dengên qurşînan ji mala hemwelatiya vêguneh “Emîne Me’imo /38/sal – diya du zarokan” derdikeve, vêca ber ve malê lezandin û dîtin ku di xwînê de gevizî ye, lê mixabin ew li ser riya çûna nexweşxanê mir, û herweha di mal de mêrê wê yê jê berdayî “Ehmed Mihemed Hemo /45/sal” -ji heman gundî- hate dîtin ku bi qurşînê miriye, û li ba wî jî çîftak awê hebû.

Hin bînerdayîn dibêjin ku di navboriya çend salên berê de herdu hevjîn ji aliyê berpirsê rêbenda ewlehiya Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ve li Gundê “Tirmûşa” ya hevcîwar rastî hinde tengasîkirin û fişaran hatin, û ew bûn sedema hevberdana wan; Lê ev bûyera kambax di siya rewşa geregoşî û serberdayetiyê û tunebûna lêkolînên zelal û dadmend de pêk hat, û herweha jî mandina yên berpirsiyar di ber de dervayî çarçewa lêpirsîn û cezakirinê.

= Dijatiyek li ser temenmezinekî:

Li êvara Pêncşemê 25.07.2024an. Z, çekdarekî ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” qurşîn avêtin temenmezin “Mehmûd El’mûse kurê Hesen /58/sal” ji pêkhateya Ereb li Gundê “Coqê” – Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê, yek di zik de lêket, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate rêkirin; Ew jî ji ber ku “El’mûse” razî nebû şîrê çêleka xwe bifroşiyê.

Û yê ew kiryar kiriye ji aliyê “El’hemzat” ve hate girtin, û radestî Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” hate kirin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

 Li 12.07.2024an. Z, herdu xort “Selah Gerbelo kurê Reşîd /20/sal, û Mihemed Hec Qenber kurê Xelîl /24/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, û piştî du rojan ji bendkirin û ferzkirina baceyeke diravî li ser her yekî ji wan hatin berdan.

Û were bîranîn jî ku herdu xort li gel hin din, rastî îşkencekirineke mekin hatin, li ser destên Milîseyên “Firqit El’hemze” yên li gund, piştî vegera wan ji agirdadana Newrozê, li Êvara 20 ê Avdara 2024an. Z, li ser çiyayê bi ser gund ve.

 Li 17.07.2024an. Z, Hemwelatî “Idrîs Reşîd Şêxo /55/sal” ji xelkê Gundê “Hecxelîl” – N. Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tewanbariya endamtiya wî ji Partiya Karkirên Kurdistanê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye; Were zanîn jî ku wî ji sala 2000 î ve ji nav refên partiyê derketiye, di wextê de jî sal û nîvekê ji aliyê Rijîma Sûriyê ve hate girtin, û piştî berdana wî ji zîndanê ji binî ve siyaset jî berda, û xwe ji malbat û rêvebirina malmewdanên xwe re vala kir.

– Li 18.07.2024an. Z, Hemwelatî “Menan Miho Me’imo Ne’isan /40/sal” ji xelkê G. “Dumiliya” – N. Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, ew jî piştî vegera wî bi du heftan ji aliyê penaberkirinê – Herêma Şehba’i/Bakurê Heleb bo cî û warê xwe, û ta niha bêsûcane girtî ye.

= Şewatên daristanan:

– Di navboriya sê rojan (23-24-25) de ji Tîrmeha 2024an. Z, agiran rûberin fere ji daristanên xwezayî (yên çiyayên di navbera deştên Gundê “Edema” û Bajaroka “Meydanekbezê (Geliyê Aşlê)“, Di herdu Gundê “Elbîskê û Bilêlko” re derbas be, ta bigihê riya dere Gundên “Meydana” li Bakur û çiyayê Gundê “Cela” li Başûr, û li gel wê bi hezaran darên zeytûnê û kerezê û hejîra û tirî) – Navça Reco  şewitandin, û li ber çav û bihîstina Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên wê yên ji bo vemirandina wan agiran xwe ji cî nelivandin, ji bilî kedine nizim ji aliyê Tîpên/tîmên “Berevaniya Sivîl a Sûrî” ve.

– Ji berî sê rojan ve agirin hatin pêxistin û ji aliyê xelkê ve hatin vemirandin, û îro li Çiyayê “Behîvê” û rex wê (di navêna Gundên “Meydana û Kosa û Penêreka û Şingêlê” – N. Reco de) hatin nûkirin, û daristanine îhracê yen xwezayî û bi hezaran darên zeytûnê û tirî û hejîra şewitandin, û ji wan dora hezar darî li kêlek G. “Kosa” yên herdu bira “Hesen û Bekir Mistefa Xalêd” in.

Û tiştên ku mebestkirina wan şewatan tekez dikin ev in:

 Di pêvajoya siyasetên dijayetiyê yên ku Dagîrketiya Turkiyê li hember Kurdan û herêma wan dike de, qirkirina sermiyanên wan ên xwezayiyê, û hewildana qutkirina têkeliyên wan bi tamar û hembêzkirina wan a xwezayî re ye.

 Herêmê di mercên hewayê yên herî pîs de, ev ton şewatên pir û fere -ji aliyê hejmar û rûberiyan ve- nedîtine, ne di dema (RX) a berê (2012-2018). Z de, û nejî berî wê di navboriya dehsalan de.

 Ji bo armancine leşkerî û ewlehî: Jiholêrakirina her parastgeheke xwezayî ji çi liv û tevgereke gengazkirî re – niha yan jî di pêşerojê de- li hember hêzên Turkiyê û milîseyên wê.

 Têvedana milîseyan bi ser qutkirina rêbazkirî ji daristanan re, ya ku 65% ji daristanên xwezayî û çandiniyê li herêmê derbas kiriye, û herweha jî qutkirina bi milyonan darên zeytûnê, çi bi piçekî yan jî bi tevahî.

– Pêxistina agiran li pir xalên ji hev dûr û di hema demê de.

 Nebeşdarbûna Destlatên Turkiyê li herdu aliyên sînor û milîseyên wê bi tevahî di vemirandina agiran de, û tunebûna dezgeheke fermî li herêmê ku di vî warî de kar bike, ji bilî Tîpên “Berevaniya Sivîl a Sûrî” ya ku bi alîkariyên derve û bi kanînên nizim kar dike.

– Peçinandina li ser piroseyên qutkirinê yên fere, yan jî ji bo jiholêrakirina bermayîn û kendan ji bo derxistina kokên di erdê de bi aletên mezin, û wergirtina êzingan û çêkirina komirê.

 Dîtina xelkê ji endamên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re, dema ku ew agiran bi daristanan dixînin.

Û tiştê hîn hewildana pir a milîseyan ji bo wergirtina êzingan tekez dike jî, ew tibabên mezin ji êzingan ên rojane û di navboriya şeş salên borî de kom dikin û diguhêsin Turkiyê û herêmên din da ku bifiroşin, û herweha jî berdewamkirina wan ji afirandina sedem û behaneyan re ji bo destdanîna li ser bêtirîn ji malmewdanên çandiniyê yên hemwelatiyên ne li wir, û bi taybetî zeviyên zeytûna, û yanê dawiya dawî qutkirina bêtirîn ji daran re.

= Qutkirina darên zeytûna:

Jêderine xwecihî tekez kirin ku Milîseyên hêza hevbeş “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat, û Firqit El’hemzat” a ku Gundên “El’mezre’e, Me’ireskê, Şewarxe, Meryemîn, Enabkê” – Navça Şera desteser dike, darên sinoberê û zetûna qut dike, rojane dora/20/pîkaban ji êzingan bar dike, û diguhêse navendên xwe yên firotinê, di riya Çiyayê Lêlûn – Turindê/Başûrê Bajarê Efrînê re; Wê ji dora deh rojan ve bi piçekî derdora /200/darî zeytûnê yên girtî ji zeviyên hevcîwar ji hev re yên li dor Gundê “Qitmê” – N. Şera qut kirin, jê: (/9/ ên hemwelatiyekî Gundê “Sêcerazê” yê hevcîwar – N. Ezazê ne, û /40/ ên “Ebid El’menan Kemal Cim’e” ji Qitmê ne).

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li 16.07.2024an. Z, çekdarin ji “Şam û gundewarê wê – El’xota” li Bajarê Efrînê li hev kom bûn, û seferbîriya xwe li dijî Milîseyên “Feyleq El’rehman” ragîhandin, ewên ku “Ebo Fehid” (ji xelkê Xota û li Bajarê Efrînê rûniştî) revandine, û leşkergeha “Qîbarê” li Rojhilatê bajêr ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, û yên ku şandeke ji xwepêşandêran qewitandine û gef dane wan), ta ku paşê ew nakokî û zikdariya di navbera herdu aliyan de hate rakirin.

– Li Êvara Çarşemê 24.07.2024an. Z, bombeyeke çekdarekî nêzîk ji “Sêf El’casêm” – birayê serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ve, di nav destên zarokên wî de teqiya, û sisê ji wan cûrbecûr birîndar bûn; û ew teqandin di hundir mala koçberê zorane “Cemîl Şêx Hebo” de (ya ku ji aliyê wî çekdarî ve desteserkirî) li Gundê “Qermîtliq” – Navça Şiyê çêbû.

Berdewamkirina bêdengiya Civaka Navdewletî di derbarê binpêkirin û tewanên li Efrînê têne kirin de bi xwe tewanek e, nemaze di siya reşantiya/bêdengiya ragîhandinî ye sergirtî û lixwatirnektina zêdetir ji Hikometa Anqerê re, di siya nakokiyên navdewletî û herêmî de, yên di nav hev de.

27.07.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– “Ferhad Hec Ebdo” (yê dijayetî li ser hatiye kirin) li Gundê “Metîna” – Navça Şera li ser nivînê dirêjkirî ye, 27.07.2024. Z.

– “Ebid El’ezîz Zekeriye Xilo” yê dijayetiya piroseyeke dizînê ye çekdarane li ser hatiye kirin.

– Şwatên daristanên çiyayên di navbera Gundên “Edema, Meydanekbezê, Elbîskê, Bilêlko, Sêmalka – Meydana” û ta çiyayê Gundê “Cela bi Başûr ve – Navça Reco” de, 23/24/25. 07.2024. Z.

– Şewatên daristanên Çiyayê “Behîvê” û derdorê, di navbera Gundên “Meydana, Kosa, Penêreka û Şingêlê” – N. Reco de, 27.07.2024. Z.

– Qutkirina darine zeytûnê ji zeviyin Gundê “Qitmê” – Navça Şera – ji Perçevîdiyoke li 26.07.2024an. Z ji aliyê çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho” ve belavkirî.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-296-27-07-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

Wêjehez li Amedê ji bo Hesenê Metê dicivin
PWKyê helbestvanê Kurd Cîgerxwîn li Gundê hesarê bibîranî
Komîsyonê encamên fermî eşkere kirin: Kîjan partiyê çend deng standine?
Amerîka: Divê hikûmeteke ku xelkê temsîl dike bê derengî were avakirin
Ji Nûbiharê 4 kitabên bû