Efrîn di bin dagîrkeriyê de (298)

.

Ebo Emşe” û bira û milîseyên wî di tewanên xwe di dermafê Kurdan û herêma wan de berdewam in, bê rêgir û redkirineke sinciyane yan olî yan siyasî û yan jî leşkerî, herweha bê lêpirsînkirin û cezakirin, û herweha jî bê tirs ji sezakirininên Emrîkî, çimkî ew bi parastina istîxbarata Turkiyê, hikometa wê û Tevgera Netewî (MHP) bi taybetî dihesin.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Vêrgîyên “Ebo Emşe”:

Heyvane “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” – serkêşê Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah” ji bo komkirina diraviyan ji Kurdan (Nişteciyên Kurd ên resen ên di gund û bajarokên di bin desteseriya wî de) behane û fermanekê derdixe; Û li nîvê Şeva Sêşemê 13.08.2024an. Z, gerokeke bi du makînên ji çekdarên rûpeçinî û bi rengekî hovane xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê mal bi mal agahdar kirin, ku gerek her malbatek /100/Dolar Emrîkî di navboriya katekê de bide, û weha /200/Dolar li ser her dîkaneke bazirganiyê û /300-500/ Dolar jî li ser bîreke irtiwazî ye avê, vêca piraniya xelkê ji bo ku neyên cezakirin di cî de dan; Û bi heman şêweya tirsandinê, birayên “Ebo Emşe” nişteciyên gundên din agahdar kirin, ku gerek di navêna 09-12.08.2024an. Z de wan vêrgiyan bidin.

Û ew jî di çarçewa kampaniyek/danesereke li ser Navça Şiyê bi giştî û gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin, Hêkiçê – Navça Cindirêsê” û hin gundên biçûk ên hevcîwar de, û tevahiya vêrgiyên ferzkirî yên vêcarê gihîşte derdora /500/hezar Dolar Emrîkî.

Were bîranîn jî ku “Ebo Emşe” di heyva Tîrmeha borî de dora /120/hezar Dolar Emrîkî ji heman gundan wergirt, û herweha jî dora /27/Milyon Dolar Emrîkî ji werza/mûsima zeytûna a borî bi tenê, eva ji bilî ewên ku li ser malbatên ku vegerîne gundên xwe, bîrên irtiwazî yên avê û yên bi têkildariya bi Rêvebiriya Xweser a berê (RX) re  tewanbarkirî têne ferzkirin, û weha jî yên ji rêbendên ewlekariyê têne wergirtin.

= Girtinine bêsûcane:

 Li destpêka vê heyvê, Destlatên Turkiyê Hemwelatî “Mihemed Fexrî Umer /24/sal” ji xelkê Gundê “Eşûnê” – Navça Bilbilê û hevjîna wî girtin, li dema ku ew bi riyên qaçax li ser riya koçkirina Ewropa bûn, û paşê ew tenê di Derbasgeha “Bab El’selame” re – Herêma Ezazê vegerandin Sûriyê, piştî ku belgeyên wî yên kesayetî jê sitandin, û di dû re jî Milîseyên “Eniya/El’cebhe El’şamiyê” ew girtin, û piştî çend rojan jî beramberî dandina /3500/Dolar Emrîkî bi destê nasekî wî li Bajarê Ezazê ew berdan.

 Li 03.08.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” Hemwelatî “Ednan Elî Hecî /63/sal – keyayê Gundê Edema li Navça Reco, û kurê wî Elî /20/sal” girtin, li ser daxwazkirina wî ji milîseyan ji bo vemirandina agirên ku bi daristanên îhracê li dor gundê wî û gundên hevcîwar ketine, û li roja din herdu berdan.

 Li 06.08.2024an. Z, Milîseyên “Feyleq El’şam” Hemwelatî “Zekeriye Ehmed Horo /60/sal – xwedî pêdiviyên taybet, û kurê birayê wî Ziyad Mustefa Horo /22/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – Navça Reco bend kirin, bi tewanbariya derxistina mirovan di sînor re bi riyên qaçax, û bi êvarî ew berdan; Divê were zanîn ku wan miyên xwe di nav erdên hevcîwar ji sînor re diçêrandin.

= Qutkirin û şewtandinên daristanan:

 Li Başûr Rojhilatê Bajaroka Bilbilê bi /1/KM -niha- Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemze” bermayên kokên darên îhracê û zeytûna yên ku berê hatine qut kirin, radibin bi alavên/aliyetên giran hildikin.

– Jerkî ku agirin mezin bi daristana Çiyayê Hawarê ya xwezayî -rûbera wê dora/4/hezar Hiktar- di navbera herdu Navçên Bilbilê û Reco de hatine xistin, li destpêka Pûşpera/Hizêrana borî, û berdewambûna wan agiran dora sê rojan, ji nûve û bi rengekî nêzîkî rojane nû dibin, û her carê li cih û aliyekî, û rûbera ku hatiye şewtandin derdora /50%=2 hezar hiktar/ e; Û li 13.08.2024an. Z, agir bi Cîgeha”Pozmişmişê” – Başûrê Gundê “Çê” yê li ser hafa çê bi /2/KM hate xistin, û ji ber gurbûna agiran û bayê mekin, dora /125/darên zeytûnê -yên zaroyên Dilivanber “Muhemed Elî Hemo” ji xelkê gund- hatin şewtandin, bi ser tunebûna çawîrên hişk di nav de.

 Li 14.08.2024an. Z, agirin nû bi bermaya daristana Çiyayê “Behîvê” Bakurê Gundên “Meydana” – N. Reco ketin, û hin ji xelkên wan gundan rabûn vemirandin, bê ku aliyek ji Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê yan milîseyên bi ser ve  pişikdariyê bike; Û vê carê xelkê Gundê “Kosa” yê hevcîwar tu alîkarî di vemirandinê de nekirin, ji ber ku hejmarek ji wan rastî lêkolîn û lêpirsînê hatin, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, ji ber pişikdariya wan di vemirandina agirên ku bi rengekî fere li 27.07.2024an. Z bi daristanê hatibûn xistin, û belavkirina wan ji hin wêne û vîdiyan re, û bi ser de jî hatin hişyarkirin ku dubare nekin.

Were bîranîn ku du navendên mezin ên çêkirina komirê yên Milîseyên “Feyleq El’şam” li Gundê “Sêmala – Meydana” hene.

 “Berevaniya Sivîl a Sûrî” got, ku tîpên wê li 15.08.2024an. Z, şewata ku bi çawîrên li nav zeviyên zeytûna yên Gundê “Baflûnê” – Navça Şera ketiye vemirandine, û piştî şopandinê xuya bû ku ew zevî yên herdu bira “Îse û Se’ido Sîdo kurên Şêxo” ji xelkê gund in ( ewên li Heleb mirine, piştî koçberkirina zorane ji gundê xwe li sala 2018an. Z), ji aliyê milîseyan ve desteserkirî ne, û bi sedema destjêberdanê û lawazbûna xizmetguzariya çandiniyê  tevahiyê rûbera wan bi çawîrên hişk hatibûn nixumandin.

= Rahênanên leşkerî:

Jerkî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” Gund û Bajarok û Bajarê Efrînê desteser kirine, rabûn biryargeh û bingeh û rahênanên xwe yên ewlehî û leṣkeriyê li nav ciyên niştecîkirî û erdên çandiniyê û daristanên îhracê çêkirin, bi mebesta ziyangihandinên rengereng, û wek nimûne:

 Li 10.08.2024an. Z, “El’cezîrê – Sûriya” di rûpela xwe ya Fêsbokê de, perçevîdiyok belav kir, tê de “rahênanin bi qurşînên jîndar ên milîseyeke Rikberiya Sûrî li Efrînê” wêne dike – li gor salixdana wê; Û piştî Şopandinê diyar bû ku ew yên Milîseyên “Lîwa’i El’semerqend” in (a ku “Sa’êr Me’irûf/Ebo Ebdo” serkêşiya wê dike), û li nav zeviyên Zeytûna û daristanên îhracê li Cîgeha “Sebîliyê”/Bakurê Bajaroka Kefirsefrê – Navça Cindirêsê û li nêzîk gundine binişte têne kirin.

 Û li heman dîrokê, milîseyên Hêza Hevbeş a “/Tîpa Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat, Firqit El’hemze” jî perçevîdiyok e rahênanên xwe yên leşkerî li nav zeviyên zeytûna û daristanên îhracê li Navça “Şiyê” belav kir.

= Geregoşî û serberdayetî:

Di siya belavbûna çekan û geregoşiya hilgirtin û bikaranîna wan de:

 Ji berî dora deh rojan ve, çend avêjtek li dor Gundê “Kaxirê”  – Navça Mabeta (yê ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” desteser dikin)  û li nêzîk malan ketin, û hindik mabû ku ziyanin şênberî û ademîzadî çêbibin, lê tirs kete nav xelkê; Û xuya bû ku ew bi rengekî tewşankî ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Semerqend ve” (yên ku di Gundê “Rûta” – Navça Mabeta de) hatine avêtin, û gûman heye ku ew bûyer li dema rahênanên wan li Çiyayên aliyê Başûrê pêk hatibe.

 Li 12.08.2024an. Z, pevçûnin bi rişêşan di nav du giropên çekdar ji anîndeyên ku li Bajarê Efrînê rûdinin de derketin, rolinîvro û li pêş Nanpêjxaneya/Firneya “Qazan” a ke’ika (Nanpêjxaneya Çiya a berê), di kolana giştî de – Çûnûhata/ Otistorada derbasgeha bajêr a Rojhilat, û li nav sivîlan û makînên wan.

 Li 14.08.2024an. Z, li kolaneke şaxeyî û nêzîk “Avahiya Gumrikê ya berê”/Kolana Reco ya serekîn li Bajarê Efrînê, bombeyeke bombekirî bi makînek cîp de -me nizanî ye kê ye- teqiya, bê ku tu ziyanên ademîzadî çêbibin, lê makîna ku hatiye teqandin û perçen ji makînek din -li kolanê sekinî bû- şewitîn.

= Binpêkirinine din:

 Çekdarin dest danîne ser maline Gundê “Dêrsiwanê” – N. Şera, xwe hêgle dikin ji bo valakirina malên şeş Malbatên Kurd ên zorane koçberbûyî û niha vegerîne gundê xwe, û beramberî wê vêrgiyine diravî dixwazin, bi ser ku wan berê tevahiya tiştmiştên wan malan (raxistok, alav, xwarinvexwarin û yên din) dizî bûn, piştî ku tev basmîş kirin, dema ku li sala 2018an. Z ketine gund.

Rewş li Efrînê kambax e û nayê hilgirtin/tehemulkirin, ji ber ku milîs serberdayî ne, reşantiyek ragihandinî heye, di nav girtina/xetimandina asoyên siyasî de…Xweza di bin dijatiyên rojane de dinale, û mirov jî ji ber zordariya -bê ku kes bibîse- gilî dike.

17.08.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Herdu bira “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe, Welîd El’casê/Sêf”.

– Darine zeytûnê yen şewitî ji zeviyê zaroyên Dilovanber “Mihemed Elî Hemo” li Gundê “Çê” – Navça Reco, 13.08.2024. Z.

– Şewtandina daristana Çiyayê “Behîvê” – Navça Reco, 14.08.2024. Z.

– Şewatek li nav zeviyên zeytûna yên herdu birayên dilovanber “Îse û Se’ido Sîdo kurên Şêxo” li Gundê “Baflûnê” – Navça Şera, 15.08.2024. Z.

– Rahênanine leşkerî yên Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” li nav zeviyên zeytûna û daristanên îhracê li Cîgeha “Sebîliyê” li Bakurê Bajaroka “Kefrisefrê” – Navça Cindirêsê, ji perçevîdiyoke El’cezîrê -Sûriya, 10.08.2024. Z.

– Rahênanin leşkerî yen hêza hevbeş di nav zeviyên zeytûna de – Navça Şiyê, ji perçevîdiyoke belavkirî, 10.08.2024. Z.

– Pevçûnine çekdar li pêş Nanpêjxaneya “Qazan” ke’ika li Bajarê Efrînê, 12.08.2024. Z.

– Teqandina makînak cîp li kolaneke nêzîk Avahiya Gumrikê ya berê/Kolana Reco ya serekîn li Bajarê Efrînê, 14.08.2024. Z.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-298-17-08-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

1’emîn salvegera damezrandina PWK (Partîya Welatparêzên Kurdîstanê)
Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin
Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike
Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?
Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin