Efrîn di bin dagîrkeriyê de (303)

.

Şalyariya/Wezareta Berevaniya Turkiyê bi riya Pilatforma “Êks” anî zimên, ku “Silcoq Bêriqdar Oxlo” – Serkêşê Hêzên Bejayî di Artêşa Turkiyê de, bi hevaltiya serkêşine din en leşkerî, li 02.10.2024an. Z, seredana “bargeheke leşkerî li herêma piroseyên Şaxa Zeytûnê” (Bargeha Kefircenê/Efrîn a leşkerî ya Turkî) kir, mîna tekeziyeke nû ji desteserkirina Turkiyê ya serbazî û hikomî ya rasteqîn -weke hêzeke dagîrker- ji Herêma Çiyayê Kurmênc/Efrînê re, û ji bilî wê jî ew seredanên pir yên berpirsiyarên Dezgehên Turkiyê yên têvel ji herêmê tenê re, û ne mîna herêmên din ên dagîrkirî (Ezaz, Bab, Cerablus) li Gundewarê Heleb ê Bakur, bi ser de jî hebûna berdewam ji sedan Karmendên Turk re, ji bilî wê jî yekîneyên Artêş û Istîxbaratên Turkiyê!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Werza zeytûna:

– Bangewaziya jinekê: Li 01.10.2024an. Z, perçevîdiyok li ser alavên hevgîhandina civakî hate belavkirin, têde jineke Kurd bangewaziya Xwedê dike, û jê daxwaza cezakirina dizên ku berhema pêncî darî wê dizîne -ji reseniya sed darî- dike, û gilî dike ku jinebî û sêwî ye, û dibêje ev çi hikum û zordarî ye?

Ew jin Hemwelatî “Ezîme Mistefa Reşîd” ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” ye – Navça Mabeta, zeviya zeytûna li cîgeha “Sirta” ye (di navbera herdu Gundên “Dargirê û Satiya” yên hevcîwar ji G. “Hisê” re), û dizîn bi makînakê û hejmarek ji çekdaran hate kirin, û Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” gund desteser dikin.

– Bi nêzîkbûna hatina werzê re, Giropa “Ednan El’xuweylêd/Ebo Welîd El’izî” ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ji xelkên Gundê “Xelîlaka, Bîbaka, Qota, Kerê, Zivingê, Eşûnê” – Navça Bilbilê belgeyên malmewdaniyê yên nû (yên ji tomarxaneya malmewdaniya Heleb derketî) ji zeviyên zeytûna re dixwaze, yên ku wergirtina wan çetine, û herweha jî ji sala 2011an. Z ve, û bi sedema mercên şer, piraniya piroseyên guhestina malmewdaniya rastîn (kirîn û firotin, mîras…) ne tomarkirî ne; Ev daxwaza jî weke hewildaneke nû ye ji bo destdanîna li ser zeviyine din, an jî ji bo bilindkirina vêrgiyên ferzkirî.

 Çekdarên milîseyan û malbatên wan û anîndeyên ku di çadirgehên li Rojhilatê Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê de rûniştine,  berhemên zeytûna ji zeviyên Rojhilat (di ber Çiyayê Lêlûn re û ta Gundê “Qîbarê”) dikevin, bi şêwakî fere û berdewam didizin, bi ser danîna payandineke bi kirê ji aliyê xelkê ve.

 Li Gundê “Hemamê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” /14/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ji malmewdanên gund (mezin  an çûk, girtî yan jî negirtî be) daye ferzkirin.

 Li vê dawiyê, malbatên çekdarên milîseyan û anîndeyên ku di çadirgeha Mabeta û çadirgeha El’menşere/Kokanê de rûniştine, berhema zeytûna ji zeviyên di navbera herdu çateriyên Gundê “Kokanê” û Bajaroka “Mabeta” de dizîn, di heman dema ku xelkê jî qedexe dikin biçinin, berî ku wexta berefkirinê tê.

 Li Roja Çarşema borî, bi riya odeya “Watsapê”, “Mecid Hakêm El’şayêş” – endamê “Abortiya Lîwa’i Siqor El’şemal” xelkê Gundê “Elîcaro” – Navça Bilbilê û derdorê, ji çinîna zeytûna yan çûndina nav zeviyan -bi çi sedemê be-  ta Roja Şemiyê 05.10.2024. Z hişyar û qedexe kir, bê ku sedeman bide xuyakirin; Û li gor jêdereke xwecihî, ev pêngava hate avêtin, piştî nelihevkirinên di navêna serkêşên “Siqor El’şemal” de, li ser destdanîna ser zeviyên zeytûna yên xelkê gund de.

= Girtinine bêsûcane:

 Ji berî dora bîst û pênc rojan, Milîseyên “Asayêşa leşkerî” Hemwelatî “Heysem Osman kurê Ezet /40/sal” ji xelkê Gundê “Xaziyana” – N. Mabeta bi tuhmeteke çêkirî girt, û ta niha bêsûcane girtî ye; Û ew li Bajarê Efrînê rûdine, û dîkaneke wî ye firotina alavên malan heye.

 Li 02.10.2024an. Z, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” herdu hevjîn “Cewdet Kenco Kenco /35/sal, Cîhan Bekir Elo /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Navça Cindirêsê girtin, û ew di biryargeha wan li Gundê “Kefircenê” – N. Şera de bendkirî ne. Û “Cewdet” ji berî sê heyvan ji bajarokê çû Bajarê Heleb da ku bi destgirtiya xwe re bizewice, lê di bin gefên destdanîna ser mal û malmewdanên de, ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve, ew neçar bû ku tevî hevjîna xwe vegere bajarokê, lê ew li ser riya vegerê hatin girtin, bi behaneya têkildariya jinikê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re.

= “Wekheviyeke navûçinî/nerast”… Miftiyê Hetayê:

Mewlûd Tebşo” – miftiyê Wîlayeta Hetayê ya Turkiyê tucarî ji serpereṣtî û rêliberkirina çalakiyên olî li Efrînê qut nebûye, bi riya seredanên li dû hev re, bi ser de jî hebûna berdewam a hevrêzkarê Turkî “Yûsêf Keser” re (ê bi “hevrêzkarê giştî ji herêma Şaxa Zeytûnê” tê navdan), û bi hevrêzî bi “Selah El’dîn Kero” – rêvebirê weqfa Efrînê re (yê ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê ve hatiye bêlîkirin/bicîkirin); Û li 27.09.2924an. Z, “Tebşo” bername û çalakiyên kardêriya weqfa Efrînê û bernameyên navenda ciwanan a pêve girêdayî di ber çavan re birin, û li 29.09.2024an. Z jî “Tebşo” beşdarî gulîstanên “Gupikên Buhiştê/Bera’êm El’cene” yên mendalan bû, û çente û diyarî li ser zarokan belav kirin, û weha jî li 30.09.2024an. Z li dawîkirina “Korsa perwerdeya jiyana hevjînan” beşdar bû, û diyarî li ser dora /85/pişikdarên korsê belav kirin; Korsa ku pirsa serekîn têde ev bû: Wekheviya jinê bi mêr re mafê wê ye?…Wekheviya navûçinî li gor gotina korsê.

= Şewatên daristanan:

Ji bilî hejmarek ji nîşan û bûyînên ku mebestkirina şewtandina daristanan bi serpereştiya Artêş û Ìstîxbaratên Turkiyê tekez dikin, berdewamî û dubarekirina wan vê gûman û encamdankirinê tekeztir dikin, jê:

 “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê agirek/şewatek li daristaneke îhracê li Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê, li 28.09.2024an. Z vemirandiye.

 Li Roja Duşemê 30.09.2024an. Z, agirin bi hirşeke di navêna hersê Gundê “Hisê/Mîrka, Kaxirê, Şîtka” – N. Mabeta ketin, gihîştin zeviyên zeytûna yên derdorê, ta 04.10.2024an. Z berdewam kirin, û darên îhracê -beşek jê berê qutkirî- û dora çarsed darî zeytûnê tevî berhemên wan -ên xelkê Gundê “Hisê”- şewitandin.

 Li 02.10.2024an. Z, agirek bi hirşeke nêzîk Gundê “Qestelê Cindo” – N. Şera ket, ta gihîşte hin zeviyên zeytûna, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê agir/şewat vemirandin.

 Li 03.10.2024an. Z, jî nû ve dûman li ser Çiyayê Hawarê -ji aliyê Navça Bilbilê ve- bilind bû, yê ku berê bêtirî 80% ji daristana wê ya   xwezayî hatiye şewitandin, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê bi riyên cudakirina wê ji derdorê, alîkarî di vemirandina şewatê de kiriye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 27.09.2024an. Z, di navbera Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” (ên ku “Hesen Xeyriyê” serkêşiya wan dike) û giropeke wê de (ye ku “Ebo El’şêx” serkêṣiya wê dike, Gundê “Diraqliya” – N. Şera desteser dike, û bi hevojtina Istîxbaratên Turkiyê ji bo cîbicîkirina jihevşelandina “Siqor El’şemal” qetandina xwe ragîhandiye) pevçûnin derketin, û herdu aliyan qurşîn û avêjtok avêtin hev, û tirs kete nav nişteciyan.

Û ta niha di nav “Siqor El’şemal” (bi piştgiriya Milîseyên “El’cebhe/Eniya El’şamiyê”), û Milîseyên “Artêşa Leşker, Hêza Hevbeş/El’emşat û El’hemzat, Firqit El’sultan Mûrad” (bi piştgiriya Artêşa Turkiyê) de gizgizî û gefgurî berdewam û lidar e, û Riya Ezaz – Efrînê li 03.10.2024an. Z hate qutkirin, bi sedema kombûna alîgirên Milîseyên “Siqor El’şemal” li Gundê “Kefiecenê” ji bo berevaniyê di ber de, û hewildana dorpêçkirinê ji ser.

= Binpêkirinine din:

Li şeva 30.09.2024an. Z, çekdarine diz şeş mî tevî berxên wan ên nuh bûne (yên Hemwelatî “Ehmed Menan“) li Gundê “Sêwiya” – N. Mabeta dizîn; Ew jî piştî borandina du heftan di ser dizîna dora bîst berxan ên keyayê/mixtarê gund.

Turkiyê tersî Zagona Navdewletî çalakiyên xwe yên leşkerî û hikomî yên serweriyê li ser xaka Sûriyê bi asteke bilind bi kar tîne, û li xwe nane ku hêzeke dagîrker e, û di pêvajoya hewildanên lihevhatina xwe bi Rijîma Sûriyê re, sozê vekişandina xwe ji xaka Sûriyê jî nade; Yanê Siyasetên Turkiyê xizmet kedên çareserkirina kirîza Sûriyê nakin, û girêkoka wê zêde dikin.

05.10.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Seredana “Silcoq Bêriqdar Oxlo” – Serkêşê Hêzên Bejayî di Artêşa Turkiyê de û hevalriyên wî ji Bargeha Kefircenê/Efrînê ya leşkerî ya Turkî re, 02.10.2024. Z.

 Hemwelatî “Ezîme Mistefa Reşîd” bang li Xwedê dike, û jê daxwaz dike ku dizên berhema darên zeytûnên wê ceza bike.

 “Ednan El’xuweylêd/Ebo Welîd El’izî” – serkêşekî Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mûrad”.

 “Korsa perwerdeya jiyana hevjîniyê…Wekheviya jinê bi mêr re, ji mafê wê ye?”, û beşdarbûna “Mewlûd Tebşo” – Miftiyê Hetayê, 30.09.2024. Z.

 Şewata hirşeke îhracê û zeviyine zeytûna yen xelkê Gundê “Hisê/Mîrkan”, 04.10.2024. Z, ji perçevîdiyoke çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho”.

 Şewata hirşekê û zeviyine zeytûna li G. “Qestelê Cindo”, 02.10.2024. Z.

 Şewata daristana Çiyayê Hawarê, 03.10.2024. Z.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-303-05-10-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

Konsulê Giştî yê Amerîkayê destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Eyyûb Sûbaşi: Dadgehê axavtinên kurdî weke sûc qebûl kirin û ez ceza kirim
Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa daxwaza rawestandina Şerê Xezeyê dikin
Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir
Newzad Hêtotî: Hilbijartinên parlamentoyê: Du rêveberî yan xurtbûna Kurdistanê?