Efrîn di bin dagîrkeriyê de (305)

.

Rewşa milîsebûn û geregoşiyê di nav “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de pir zêde ye, û weha jî hilgirtina çekan bi şêwakî tewşankî tiştekî normal û belavkirî ye, çimkî Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê li herêmên ku di bin desteseriya wê de -bi taybetî jî li Efrînê- bingehên aştî û aramiyê peyda nekirine û nejî sîstema giştî parastî ye, ji dêvla wê destên wan ji ber wan berdane û hîştine ew  binpêkirin û tewanên dixwazin pêk wînin, û herweha jî wan nelihevkirinên di nav milîseyan de bi rengekî bi rêve birin,  da ku kanibin wan bidin kontirolkirin û bi riya wan tiştê ku dixwazin cibicî bikin!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên sewerkirî ne:

= Werza/mûsima zeytûna:

Li ser perensîpa parêzvanê wê bixwe dizê wê ye, piraniya Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” parastinê dîdinin ser zeviyên zeytûna, ji bo wergirtina vêrgiyine fazle û qedexekirina  xwediyên zeviyan ji berefkirinê bê erêkirineke pêşinde ji nivîsgehên wan, û parastina dizên xwe bi şev, yan jî bo şandina tibabeke mezintir ji berheman bo guvêşgehên di bin desteseriya xwe de, û qedexekirina derxistina berheman ji devera ku ew lê bo guvêşgehine din, da ku rêjeya xwe jê werbigirin û vêrgiyine mezin kom bikin, bi riya nûnerên xwe yên di hundir guvêşgehan de û li ber parzûnekê/ferazê disekinin:

Ev jî hin bûyînên din in:

– Li Gundên “Kumreşê, Hesen, Qude, Hecîka, Dêrwîş, Mûskê” – Navça Reco, Milîseyên “Firqit El’hemzat” vêrgiya ji /150 – 250/Dolar Emrîkî li ser her zeviyeke zeytûna didin ferzkirin, bi behaneya payandinê ji dizînên ku ji aliyê çekdar û anîndeyan ve tu carî nesekinîne, bi ser de jî ferzkirina rêjeya 7% li ser berhemdana zeviyên hemwelatiyên li wir, 40% li ser berhemdana zeviyên ên ne li wir, û 60% jî li ser ên jinebiyên ku zaroyên wan li derve.

 Li Gundên “Şera, Xirabî Şera, Metîna, Çema, Sînka, Gobeleka” – Navça Şera, Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Melekşah” 12% li ser tevhaiya berhemdana werza di çarçewa bandoriya wan de ferz dikin, qedexe dikin ku berhem derkevin devereke din, û vêrgiyê jî bi riya nûnerên xwe di guvêşgehan de werdigirin, û weha jî 40% li ser berhemdana zeviyên desteserkirî û yên ku kesin din ji ber xwediyan ve bi rêve dibin û xizmetê dikin.

 Li Gundên “Tilifê, Keferzîtê” û derdorê – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê, zeviyên zeytûna ji aliyê çekdaran û zaro û jinên malbatên anîndeyan ve, bi şêwakî fere têne dizîn, di heman demê de jî nivîsgeha abortiya Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Bajaroka Basûtê ji erêkirinên berefkirinê re xwe hêgle dike, û gerek piştî çûna komîteyeke wê ji zeviyê û pîvandina girtina berhemê re be, û eger girtin baş be /2/Dolar Emrîkî li ser her darekê -biçûk an mezin be- ferz dike, û eger girtin lawaz be jî /0.5 – 1/Dolarî li ser her darekê ferz dike; Û herweha jî rêdankên hemwelatiyên ku li herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de rûdinin baykot kirin, û dest danîn ser zeviyên wan, û rêjeya 30% weke vêrgî li ser berhemdana zeviyên hemwelatiyên ku li derve rûdinin ferz dikin.

Û zeviyên desteserkirî yên hemwelatiyên ku di navboriya heyvên berê de ji sala îsal jî  jê nefiltîne, ji wan zeviyan hezar darî zeytûnê yên Dilovanber “Şewket Ne’isan” ji xelkê Gundê “Tilifê”, bi ser  vegera jinebiya wî ya Temenmezin “Necah Silêman” tevî kurê wê “Şêrzad” de, ji destpêka Heyva Tîrmeha borî ve.

 Li Gundên “Dêrsiwanê, Şîlte’itê, Mersa“, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” hemî rêdank/wekalet baykot kirin, dest danîn ser malmewdanên hemwelatiyên ne li wir, û zeviyên ên ku îsal vegerîne gundên xwe jî jê nefiltîn, û vêrgiya 8% li ser berhemdana hemwelatiyên li wir jî ferz dikin.

 Ji 10.10.2024an. Z ve, bi şevê giropek jin û mêran ji anîndeyan bi hevaltiya çekdarina radibûn berhema zeytûna ji dora /500/ darî yên xelkê Gundê “Hesendêra” – Navça Bilbilê didizin, jê yên van hemwelatiyan in: “Fewzî Şêxo, Cîhad Xelîl, Îbrahîm Xelîl, Mihemed Şêxo, Berzanî Hemîd Mistefa, Remzî Şêxo”.

= Girtinine bêsûcane:

 Li 28.09.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Bajaroka Bilbilê” Hemwelatî “Mihemed Elî Seydo Elo /65/sal” ji xelkê Gundê “Kêla” girt, piştî ku ew wesand biryargeha xwe, bi behaneya pişikdariya wî di payandina şevayî de, li dema Rêvebiriya Xweser (RX) a berê, û li 02.10.2024an. Z, dadgehê ew berda, piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser.

– Li 14.10.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” Hemwelatî “Hisên Hac Ebdo kurê Xelîl /44/sal” -karê mamostatiyê dike- girt, piştî basmîşkirina mala wî li berbangî li Bajaroka Kefirsefrê, bê daxuyankirina sedeman, û ta niha bêsûcane girtî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara Çarşemê 16.10.2024an. Z, û di heman dema êrişa Milîseyên “Hêza Hevbeş” (Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat, û Firqit E’hemzat) û “Firqit El’sultan Mûrad” de (yên ku serkêşine Turkman wan desteser dikin û herî zêde bi Turkiyê ve girêdayî) li ser biryargehên Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” li Gundê “Hewar Kilis” li Ezazê, bi fermanên Turkiyê yên ji bo pişafitna/helandina wê…Wan êrişeke fere jî avêtin ser “Siqor El’şemal” li Gundên (“Gemrûkê” – Navça Mabeta û “Jarê/Elî karo, Şêxorzê, Topelê Mehmûd, Kurdo” – Navça Bilbilê), û li destpêkê “Gemrûkê û Jarê” desteser kirin, û bi Sibeha Pêncşemê re, refên “Siqor El’şemal” bi îxanetê, radestbûnê û revê ji hev perengperengî bûn, û ji herdu aliyan hejmarek hate kuştin û birîndarkirin, û beramberî wê jî, li Êvara Çarşemê Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” piştgiriya “Siqor El’şemal” kir, û êrişî ser cîgeh û rêbendên “El’emşat, El’hemzat, Sultan Mûrad” li Gundên “Qitmê, Kefercenê, Meryemînê, Dêrsiwanê” – Navça Şera kirin, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin wan  gundên hatine zimên, çekdar û anîndeyin sivîl li çadirgehên li nêzîk Gundên “Qitmê, Kefircenê” hatin kuştin û birîndarkirin, û dora /300/malbatî ji wan  -li Roja pêncşemê piştî Nîvro- ji aliyê “Berevaniya Sivîl a Sûrî” ve hatin derxistin, heta ku pevçûn -ên ku tê de hemî çekên sivik, orte û giran hatine bikaranîn- hatin rawestandin, û “Siqor El’şemal” bi daxuyaneke fermî helandina xwe ragîhand. Û vê re jî, Çekdarên “Hêza Hevbeş” malên ku endamên “Siqor El’şemal” jê revîne talan kirin.

= Binpêkirinine din:

Li şeva 10.10.2024an. Z, goropeke gerok e “Ebo Welîd” (serkêşekî Milîseyên “Feyleq El’mecid” û berpirsiyarê Gundê “Zerka” – Navça Reco) rabû mala Hemwelatî “Kawa Elî Me’imo /42/sal” li Gundê “Kêla” – N. Bilbilê yê hevcîwar basmîş kir, ew revand, lêxist, îşkence kir, û piştî vêrgiyeke diravî jê bir, li roja din berda; Ew jî piştî ku “Kawa” pîkaba xwe ya Honday li cihekî diye û pê axiviye ku vegerîne; Ya ku li dema basmîşkirina wan gundan li sala 2018an. Z ji aliyê  “Ebo Welîd” ve hatiye dizîn, wî jî dora/6/hezar Dolar Emrîkî li beramberî vegerandina makînê jê xwestiye, lê “Kawa” daxwaza wî bi cih naniye, û ji wê hîngê ve wenda kiriye.

Dema ku di siya Dagîrkeriya Turkiyê de, milîseyek bi rengekî ji rengan dev ji Gundekî Kurd li Çiyayê Kurmênc/Efrînê berdide, û milîseyeke din şûnê digire, ye yekem ta ji dest tê hewil dide ku tibabeke zêdetir ji malmewdanên xelkê talan bike, û ye diwem jî mercine nû ji wergirtina vêrgî û destdanîna ser zeviyên zeytûna re ferz dike, û bi her tiştê berê bûye/qewimiye mikûr nake.

19.10.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Giropeke jinan ji anîndeyan, li çaxa dizîna zeytûna ji zeviyekê li Efrînê.

 Revîna sivîlan ji çadirgeheke nêzîk herdu Gundên “Qitmê û Kefircenê” – Navça “Şera”.

—————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Kurdistan Haberleri

Komîsyonê encamên fermî eşkere kirin: Kîjan partiyê çend deng standine?
Amerîka: Divê hikûmeteke ku xelkê temsîl dike bê derengî were avakirin
Ji Nûbiharê 4 kitabên bû
Partiyên Bakurê Kurdistanê: Encamên hilbijartinê li xelkê me pîroz bin
Wêjehez li Amedê ji bo Hesenê Metê dicivin