Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku ji dema ketina rêjîma Esed ve zêdeyî 11 hezar malbatên Ereb ên hawirde ji Efrînê derketine û 6 heta 7 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê.
8 Kanûna Pêşîn a 2024an Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) gihişte Şamê û dawî li rêjîma 54 salî ya malbata Esedan anî.
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi sed hezaran malbatên Sûriyeyî ji ber rêjîma Esed koçberî Îdlibê bibûn.
Her wiha piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê ve bi sed hezaran Kurd û ji Efrînê koçber bûbûn.
Di heman demê de bi sedhezaran Ereb û Tirkmenên hawirde li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicîhkirin.
Piraniya wan malbatên hawirde yên li Efrînê dimînin, xelkê Şamê, Xûta, Daraya, Hema, Heleb û Himsê ne.
Bi ketina rêjîma Esed re, êdî ew malbat Efrîn bi cih dihêlin û vedigerin gund û bajarên xwe.
Çalakvanê Belgekirina Tawanên li Efrînê Mistefa Şêxo got:
"Em nikarin hejmara rast a wan Erebên hawirde ku ji Efrînê belge bikin ji ber ku roj bi roj ew ji Efrînê derdikevin.
Dema ku Şehba kete bin destê çekdarên Artêşa Niştîmanî, hejmareke mezin ji malbatên Efrînî yên li Şehbayê diman vegeriyan Efrînê, niha jî rêya Heleb-Efrîn vekirî ye, çûn û hatin asayî ye."
Li gorî Mistefa Şêxo hejmara malbatên Ereb ên hawirde yên ku ji Efrîn, gund û navçeyên wê derketine bi vî rengî ye:
- Li navçeya Mabata 1350 malbatên Erebên hawirde hebûn, 350 malbat ji wan derketine.
- Ji Meydankê 100 malbatên Erebên hawirde derketine.
- Ji gundê Çeqmaqayê 70 malbat derketine.
- Ji gundê Bedînayê 100 malbat derketine.
- Ji navçeya Cindirêsê 800 malbat derketine.
"295 ciwanên ji Şehbayê vedigeriyan Efrînê hatine girtin"
Miztefa Şêxo diyar kir ku tevî hemû astengiyan vegera welatiyan a ji bo Efrînê berdewam dike.
Şêxo da zanîn ku di rojên berê de çekdaran 295 ciwanên Kurd ên ku ji Şehbayê vedigeriyan Efrînê girtine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.
Her wiha Şêxo got ku hemû koçberên Efrînî dixwazin vegerin lê ji tirsa binpîkirinan nikarin vegerin, eger ew astengî nebana wê hemû xelkê Efrînê vegeriyana.
"Piraniya komelgehan vala bûne"
Ji Adara 2018an ve ango ji dagirkirina Efrînê ve ji ber hejmara zêde ya malbatên Tirkmen û Erebên hawirde gelek rêxistinên Tirk, Qeterî, Kiweytî û Filestînî derdora 43 komelgehên niştecihbûnê ji bo wan ava kirine.
Derbarê wan komelgehan jî çalakvan Mistefa Şêxo wiha axivî:
"Piraniya wan komelgehan vala bûne, wekî mînak komelgehên Qaziqlî, Şêx Mihemed û Istaz Xelîl tenê ji sedî 5 Erebên hawirde lê mane.
Li hin komelgehan malên gerok hene, dema ku ew Ereb derketin, ew mal li gel xwe birin.
Li nava Şiyê 2 komelgeh hatibûn avakirin, her du jî vala ne û yek malbat li wan komelgehan nemane.
Kurd naçin nava wan komelgehan ji ber ku her kes xwedî mal e."
"Erebên hawirde kel û plên nav malên Kurdan bi xwe re dibin"
Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:
“Tişta ku dilê me dişewitîne, Erebên hawirde dema ku hatin li Efrînê bi cih bûn, tena cilê xwe hatibûn lê dema ku ji Efrînê derdikevin, otombîlên xwe tijî kelûpelên nav malê dikin û diçin.
Her tiştên nav malê didizin û li gel xwe dibin, heta pencere û deriyan jî vedikin û dibin.
Malbatên Kurd vedigerin malên xwe tiştekî nabînin, malên wan bê derî mane.
Erebên hawirde 7 sal in li nava malên Kurdan mane, dema ku derdikevin ji xwediyên malê re nabêjin spas."
RÛDAW