Efrîn | Li nêzîkî navenda komandoyên Tirkiyê teqîn

Efrîn | Li nêzîkî navenda komandoyên Tirkiyê teqîn

 

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyan, teqîn li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê li nêzîkî navenda hêzên komando yên Tirkiyê çêbû û tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê.

Hîn derbarê kuştî û birîndarên teqînê de agahiyên piştrastkirî nehatine.

Li bajarê Efrînê ku ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, gelek caran teqîn rû didin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn