EFRÎN: Polîsan ciwanek bi îşkenceyê kuşt

.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve ciwanek bi şkenceyê kuşt.

Polîsên serbazî, li ciwanekî ku di zindanê de bû şkence kir heta ku wî canê xwe ji dest da.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî hovane şkence li ciwanekî girtî kir.

Şkenceyê heta ku ew ciwan mir ajot

Şkenceyê heta ku wî ciwanî canê xwe ji dest da berdewam kir.

SOHRê herwiha da zanîn ku vî ciwanî beriya rojeke xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe.

SOHRê ragihand ku nobedarên sînor ev ciwan girtiye û ew radestî polîsên serbazî kiriye.

Li aliyê din, li gorî Rêxistina Hevdestiyê ya Kurdî jî grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, di navbera 2022 û 2023yan li Efrînê 633 kes girtine.

Ev kes di zindanan de rûbirûyî şkenceyên hovane bûne.

Di encama van şkenceyên giran de 3 girtiyan canê xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e