Efrîn - Şervanan operasyon kir: Kuştî û birîndar hene

.

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke şervanên Kurd de çekdarekî girêdayî Tirkiyeyê hat kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûn

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şervanên Kurd li gundê Kibêşînê yê Efrînê li hemberî grûpên çekdar operasyonek li dar xist.

SOHRê da zanîn ku di encama operasyonê çekdarekî HTŞyê hatiye kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne.

Her wiha li gorî SOHRê, 10ê Çiriya Pêşîn şervanekî Kurd di encam topbarana Artêşa Tirkiyeyê û grûpên girêdayî wê de canê xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir