Efsaneya "Korîdora Kurdî"

Ednan Bedreddîn

Di dema dawiyî de, dezgehên ragindinê û navendên siyasî yên herêmî û navneteweyî,  bi taybet ên tirk û ereb, hebûna hêzên YPG û YPJ di çarcoveya Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) de, li rojavayê çemê Firatê, mîna hewldanekê jibo avakirina "dewleteka kurdî li bakurê Sûriyê" dinerxînin. Heta tê gotin ku azadkirina Minbicê ji rêxistina terorê DAIŞê, gaveka bû jibo gihandina "kantonên" Cizîrê û Kobanê li rojhilat, bi herêma Efrînê li rojava jibo heman mebestê bû.

Ya rast ewe ku ev efsaneyeka gellek alî bi xurtî jibo berjewendî û siyasetên xwe yên taybet bi kar tînin. Berî her tiştekî, tevgera alîgirên Ocelan li Sûriyê baweriyê bi hebûna herêmeka kurdî serbixwe li vê coxrafiyayê nayîne, heta ku hersê beşên wê bigihîne hev, ne jî tu programeka wê jibo doza gelê kurd li vî beşê Kurdistanê heye. Ji aliyekî din ve, ne tiştekî nehêniye ku YPG û YPJ li ser daxwaza washingtonê û jibo berjwendiyên wê li van herêmên erebnişîn şer dikin. Jibo rêveberiya Barack Obama, ku ji mêj ve dosiya Sûriyê radestî Rûsyayê kiriye, serkevtinên di şerê dijî DAIŞê de gellek giring in jibo bikaranîna wan di kampaniya Hillary Clinton de jibo gihihştina "Koşka Spî" ku dê bibe serketineka dîrokî jibo Partiya Demokrat.

Amerîkiyan berî nezîkî deh rojan li ser zarê John Kerry bi awayekî vekirî gotin ku ew li dijî her "însiyatîveka kurdî serbixwe" li Sûriyê ne. Rûsya herdem dê aliyê Esed û rejîma wî bigire. Raste ew bi awayekî pozîtîv nêzîkî çalakiyên PYD dibe, lê bi mercê ku ev çalakî têkevin berjewendiya startîciya wê li Sûriyê ku birîtiya ji paristina Esed û rejîma wî û diyare ku rêxistina PKK li Sûriyê heta niha bi vî tiştî pabend e. dewletên Tirkiye, Iran, Sûriye û Iraq dê bi tu şêweyekî "pêkhateka apocî de facto" li herêmê qebûl nekin. Ev tişt jibo welatên ereb ên sunnî li Kendavê û bakurê Efrîqyayê û bi taybet jibo Misrê jî derbas dibe.

Hêzên bi ser PYD ve, bê alîkariya Amerîkayê, nikarin yek gundî ji destên DAIŞê derxin û jibo wê çîrokên vekirina korîdoreka bi dirêjayiya 70 kîlometrî di herêmeka ne kurdî de, û li dijî vîna hemû aktorên herêmî û navnetweyî ku me li jor rêzkirin bi tu awayî ne cihê baweriyê ye.

PKK û rêxistinên pêve giradayî vê efsaneyê bi xurtî belav dikin jibo ku wateyekê bidin şerê xwe yê bêwate li derveyî xaka Kurdistanê ku têde heta niha bi sedan keç û xortên me jiyana xwe ji dest dane. Ne Minbic, ne jî Cerablus yan Reqqa bajarên Kurdistanê ne, û pirsa rizgarkirina wan ji DAIŞê ne karê kurdan e.

Raste ku li van herêman gellek kurd dijîn û parastina nasname û mafên wan di Sûriye piştî Esed de erkekî sereke yê tevgera siyasî ya kurd e, lê ev rastî maf nade tu kesekî, bi taybet alîgirên "netewe demokrat", ku van herêman bi "kurdistanî" bidin destnîşan kirin di dema ku wan bi xwe tu beranmeyeka kurdistanî tune ye.

Rastiya herî tehl ewe ku PKK dixwaze bi vê probaganda ya bêbingeh alîkariya xwe bi "imperialîzme amerîkî" re veşêre bi hêviya ku ew bi vê rêyê dê hinekî temenê rêveberiya xwe ya -de facto- û despotîk li Kurdistana Sûriyê dirêj bike.

Bê goman, girêdana hersê herêmên Kurdistana Sûriye bi hev re pêwîstiyeka ku divê di çarçeoveye stratîciyeka neteweyî hevbeş de, û bi gararntiyên destûrî û heta navneteweyî bê bi dest xistin, lê ne mafên kurdên Minbic û Babê, yan jî avakirina "korîdora kurdî" bi rêya hevalbendiyê bi rejîma Esed û eşîrên ereb û grûpên suriyanî yên alîgirên wê re têne pêkanîn.

Ev hewlên ne berpirsiyarane yên PYD tenê dikevin berjewendiyên şovenîstên ereb û porpaganda wan li dijî gelê kurd û mafên wî yên rewa û herweha dikevin berjwendiyên dewleta Tirk ku van hewlan niha bi awayekî aktîv dixê behane jibo avakirina herêmeka bi wê ve girêdayî di nav xaka Sûriyê de.

Qeyrana tevgera alîgirên Ocelan li Kurdistanê û Sûriyê her ku diçe kurtir dibe. Guhertinên dramatîk ên xarîteya hevalbeniyan li herêmê li dijî berjewndiyên wê dibin. Asakirina peyewndiyên Tirkiyê li gel her yek ji Israîl û Rûsyayê, fişarên Amerîkayê jibo vegerandina hêzên wan jibo rojhilatê çemê Firatê ku di heftiya bûrî de Brett Mc Gurk, li gor sayita –Al Monitorê- di serdaneka nehênî de ji serkirdayên PYD re dupat kiriye, û herî dawî, lê ne bi gingiya xwe, destwerdana Tirkiyê di qeyrana Sûriyê de ku rê li pêş tevgera PKK li herêmê gellekî teng dike.

PKK gellekî dûr di çirava Sûriyê de pêşve çûye ku jibo wê rêya vegerê nemaye ji bilî ku behtir bi pêş de birevê bi hêviya ku "mûcîzeyek"  rû bide û wê ji vê belayê rizgar bike, lê biraderên me yên PKK-yî ku qaşo "sekular" in pêwîste bizanin ku dema "mûcîzeyan" ji zû ve xelas bûye û êdî qet venagere.