10 km dûrê navçeya Payîzava/Gurpinarê ya bajarê Wanê li Keleha Sardûr an jî bi navê xwe yê din Keleha Çavûştepe ya ku 2 hezar û 800 sal berê ji aliyê Qiralê 2mîn ê Ûrartûyan Sardûr ve hatiye çêkirin, ji aliyê kesên nenas ve bi boyaxê li ser kevirên wê 'sê hîv', 'hîva bi stêr' xêzkirine.
Mehmet Kuşman ku zêdetir 50 sal e nobeta kelehê digire û yek jê ji wan 36 kesên ku li cîhanê bi zimanê ûrartî dizane, gotîye; ew li Qereqola Cendirmeyan gerîya ye, efser jê re gotiye; "ku li wir alaya tirk hatiye xêzkirin nexwe niyeteka xerab tune ye."
Hêjayê gotinê ye li ser gelek çiyayên Kurdistanê alaya tirk û sloganên nijadperestî ku pesnê tirk û tirkitîyê dikin hene.