Wekî di sernivîsê da hat gotin, eger ne federalî be sîstema seroktîyê herdem dikane bibe dîktatorî.
Mebesta min bi federaliyê, federalîzm e, bo mînak dewletên demokratîk yên federal, li seranserê cîhanê bi dehan dewletên ferderal hene.
Çima dikane bibe dîktatorî?
Ji ber ku federalîzm kontrola hevsengîya erka serok û saziyên din, taybetî erka navendê (merkez) û dewletên federe dike.
Bi gotinek din, erkên dewletên federe, hevsengîya desthilata navendê dike, ango navend ne azad e her biryarê bi serê xwe bigre, ji karûbarê rêvebirinê parek mezin dikeve bin erka dewletên federe.
Eger hemû erk bikeve destê navendê, serokekî an hikûmetekê ew dewlet dibe dewleteke navendî, heçku cîhan berve dewletên nenavendîve diçe û pirsên civakî bi sîstemên nenavendî tên çareser kirin.
Mînaka balkêş bona dewleta navendî Tirkîyê ye, her biryar li navendê, ango li Enqerê têt stendin.
Di sîstema federalîzmê da serok nikane her biryarê bi dilê xwe bide, divê rewş û deshilata dewletên, an herêmên federe jî bide ber çavên xwe.
Bo mînak, serok, li dijî bercewendiyên dewletek federe biryarekê bide, an bi biryarek xwe aramîya herêmek federe lawaz bike, an xera bike, herêma federe dikane li dijî biryarê serok derkeve, ser li dadgeha bilind bide.
Ji ber vê, taybetî û pêywendîyên di navbera sîstema seroktî û federalîzmê da divêbûya Tevgera Sîyasîya Bakurê Kurdistanê projeyek darişta û ragihanda rayagiştî.
Bila em zanibin ku hezar sal jî here pirsa bakurê Kurdistanê dê bi federalîzmê bêt çareser kirin, pêwist e, projeyek Tevgera Siyasîya Bakurê Kurdistanê hebûya.
Rojên ku gengeşîyan sîstema seroktîyê ketiye rojeva siyaseta Tirkîyê, dariştin û pêşpêşkirina projeyek weha bona rayagiştî gellek girîng bû.
Hinek partiyên bakurî federalîzmê dipejirînin, di bernameyên xwe da cî dane û daxwaza federalîzmê dikin, lê mixabin giranîya wana di siyaseta Tirkîyê da gellek kêm e, ev bar dikeve ser stûyê HDP.
Taybetî, divêbûya Partîya Demokratîka Gelan (HDP) ev kar bikira, projeyek darişta, neku bi argumentên cepgir û derdorên kemalist xwe mijûl bikira.
Lê em çi dibînin, HDP xwe dispêre argumentên cepgir û kemalistan, ez jî dizanim ku sîstema seroktî bi vî avayî nabe û mafên heyî jî dê wenda bibin, lê divê argumentên me hebin, projeyek me hebûya, nabe Kurd pêgeha (statu) ku sîstema kemalist dariştiye îro biparêzin.
Bi pêşdarizî û daxwazên cepgiran siyasetek serketi nabe, bi dûfketina derdorên cepgir û CHPê û bi devjeniyên rojane, bilî zirarê tisûd jê dernakeve.
Ji sala 1950yî va em sîstema unîter ya Tirkîyê dinasin, bi dehan hikûmet hatin, dîsa bi dehan partî bûn desthilat, lê bona mafên demokratîk û neteweyî ti gav nehatin avêtin, bilî kuştin û pişavtinê.
Bi kurtî, em sîstema unîter ya Tirkîyê bi her avayî nas dikin, bilî êş û karesatê ti rindî û xweşî neket para gelê bakurê Kurdistanê, heta hikûmetên Tirkîyê li ber parçeyên Kurdistanê yên din jî dibin asteng.
Ango, bi her hêlê va em sistema îro li Tirkîyê dinasin, pêgeha îro, siyaseta wê, amanc û kiryarên wê baş dizanin.
Jixwe, Tirkîyê ti cara nebû demokrasîyek rasteqîn, navê wê demokrasî bû bi xwe ne.
Herweha li Tirkîyê ti cara serxwebûn û jihevcûdabûna erkan (daraz, rêveber û yasadanîn) jî nebû, kîjan partî desthilat e, parlement di bin kontrol û bandora wî partiyê da ye, ji ber ku pirranîye.
Sîstem weha ye.
Di dengdanê da parlementer li ser biryara hikûmetê (partîya desthilat) dengê xwe bi kar tînin, serokê partiya desthilat, ango serokwezîr çawa dixwaze weha dikin.
Bêşik, ev ne demokrasî ye, divê ti erk li ser yên din ne xwe bandor be, hevsengî hebe di navbera erkan da.
Li vira giringîya serxwebûn û bêalîbûna darazê derdikeve pêş, jixwe pêwistîya sîstema seroktîyê ya herê girîng, li gel federalîzmê ji hevcûdabûn û serxwebûna hersê erkan e, ango rêveber, daraz û yasadanîn.
Di sîstema seroktîyê da, li ser bêlaybûn, jihevçûdabûn û serxwebûna hersê erkan gengeşî nabe, ji ber ku eger ev tine be jixwe demokrasî nabe.
09.01.2017/Dusseldorf