Bi qeyrana Ukraynayê re sazûmana navneteweyî ya li dor Rojava hatî sazkirin, êdî hilweşiyaye. Qeyran bandor li tevaya cîhanê kiriye, Rojhilata Navîn jî di nav de.
Nêrînên han di rûniştina pêşî ya 12. Konferansa Rojhilata Navîn ya Klûba Gengeşiyan a Valdaiyê de, herî zêde derdikevin pêş.
Bi nêrîna moderatorê Konferansê, Rojhilata Navîn êdî ji bin bandora Rojava derdikeve. Lê arîşeyên li Sûriye, Îraq û Lîbya û Felestinê wek xwe dimînin û kûrahiya pirsgirêka Kurdî jî li ber çawaye. Loma jî pêdivî bi gengeşîkirina stemeke nû ya ewlekariya herêmî heye.
Serokê Enstîtuya Rojhilatnasî ta Rûsyayê Vîtaliy Naûmkin got "Sîstema Ewlekariyê di nava dewletan de çê dibe. Kurd ne dewletin. Lê bi nêrîna min pirsgirêka Kurd divê bê çareserkirin; bi riya gengeşîkirin û lihevhatinê. Di serî de divê dewletên ku Kurd lê dijîn, an ku çar dewlet li hev bên. Rast e, li yek ji wan, otonomiya Kurdan heye, li Îraqê Kurdistana Îraqê. Lê li dewletên din otonomiya Kurdan tune ne. Lewma jî çaresrî di destê hikûmetan de ye."
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê jî di nav de ji 18 welatan dora 50 şareza pêgeha welatên xwe li ser rewşa nû ya navneteweyî pêşkêşî Konferansê dikin. Ji Kurdistanê sîyasetzan Dr. Mihmed Îhsan beşdarî lê dike.
Wezîrê berê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan dibêje “Moskow divê nîzameke alemî hebe, ew jî dengekî bilind li serê hebin lê beşdarbûna nîzama Rojhilata Navîn weke xwe be. Eger tu behsa nîzameke emnî dikî li navçeya Rojhilata Navîn, eger keşeyên Kurdistaniyan neyên çareserkirin li her çar parçeyên Kurdistanê, ne li parçeyekî, rewşeke aram û ewle ava nabe.”
Konferans dê du rojan berdewam bike. Di rûniştinên din de mijarên wek 'Meylên sereke yên enerjiyê: OPEC+ û rola Rûsyayê, reformkirina bazara cîhanê, her weha " Pêşîniyên Siyaseta Derve yên Welatên Girîng ên Rojhilata Navîn" bêne gengeşîkirin.