Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê Ramazan Tekdemîr ji Rûdawê re ragihand, “Divê hemû dê û bav ji bo hilbijartina dersên Kurdî, Kurmancî û Zazakî piştgiriyê bidin zarokên xwe.”
Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.
Ji xwendekaran û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, rêveberên dibistanan ji dersên xwe yên bijartî agahdar bikin.
Sendîkaya Egitim-Bir-Senê jî daxwaz ji malbatên Kurd kir ku navê zarokên xwe ji bo dersa Kurdî bi herdu zaravayên Kurmancî-Zazakî tomar bikin.
Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê Ramazan Tekdemîr derbarê xebatên îsal a sendîkaya xwe ji bo dersên bijarte ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew her sal girîngiyeke taybet didin pêvajoya dersa bijarte û îsal bi dirûşma “Ez dersa xwe hildibijêrim, fêrî dîn û zimanê xwe dibim” kampanyayek dane destpêkirin.
Ramazan Tekdemîr ji Rûdawê re wiha got: “Me kampanyayek dest pê kir. Em dibêjin bila zarokên me hem dersa Kurmancî-Zazakî hem jî dersên olî hilbijêrin. Me afîşên kampanyaya xwe li 30 cihên bajarê xwe daliqand. Banga me ji malbatan re ew e ku bi zarokên xwe re alîkar bin û li dibistanan hem dersên olî, hem jî dersa jiyana Pêxember, dersa Qur'ana pîroz û dersa zanista Îslamî, û zimanê Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Bila alîkarê zarokên xwe bin, bila herin dibistanan û forman tije bikin û wan dersan qeyd bikin.”
Tekdemîr amaje bi wê yekê kir ku xwendekar dikarin di heman demê de hem dersên olî û hem jî dersên ziman hilbijêrin û got: “Ji pola 5an, 6,7,8,9,10 heya 11an jî hem dikarin dersa olî û hem jî dersa ziman hilbijêrin. Zarokek dikare herdu dersan hilbijêre û serbest e û dikare hilbijêre û kîjan dersa ku bixwaze dikare heta 6 saetan li dibistanê bibîne.
Derbarê egere derxistina astengiyan li pêşiya hilbijartina dersa Kurdî jî, Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê destnîşan kir, “Bila hemû malbat û dê û bav li dibistanan qeydên dersan û qeyda zarokên xwe bişopînin. Ji bo astengiyên ku rû didin bila serî li Wezareta Perwerdeya Neteweyî û me bidin, em dê bişopînin û em tiştekî wisa qet qebûl nakin.”
Ramazan Tekdemîr bang li hemû malbat û dayik û bavên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin daku hejmara xwandekarên dersa bijartî ya Kurdî zêdetir be.
Rûdaw