Ehmed Hoşyar: Geştên asmanî yên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê asayî bûne

.

Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji malpera K24ê re ragehand, “Geştên asmanî yên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dîsa hatine destpêkirin.”

Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Pêncşem, 03.10.2024) ji malpera K24ê re ragehand, “Piştî rawestiyaneke demkî ji ber aloziyên deverê, xasma jî ji ber êrîşa Îranê bo ser Israîlê, Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dîsa dest bi geştên xwe yên asmanî kir.”

Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê herwesa got, “Tevaya hêlên asmanî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dest bi geştên xwe kir, ji bilî her du hêlên asmanî yên Turkish Airline û Pegasos.”

K24

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir