Ehmed Kurdî
Ziman di jîna miletan de. Ziman ew tişte ku mirov ji dahvan vediqetîne, mirov bi ziman serwextî derd û daxwaz û eqamê hev dibe. Dîsa, bi zimane ku mirov havila dîroka xwe ji wendabûnê diparêze û kît kît ji çêlî û nevîyên xwe re dinivîse.
Warê bîrbirina miletekî, dîsa ji kitêbên ku bi zimanê wî têne nivîsandin û xuya dike. Ji lewra, zanayê cîhanê gotine ku: Buhayê gel ji pêşveçûna zimanê wî xuya dike. Pêşveçûna zimanê miletekî nîşana xurtî û rûmeta wî ye.
Dema em kurd van gotinan ji rûmet û serbilindayîyê re bikin pîvan, bi halê zimanê xwe hûrbin, dê zanibin em çiqas şûnde mane.
Piranîya rexnevanên cîhanê dibêjin, çande û toreya gelan mîna neynikekê jîn û jîyana gelan bi durustî ji me re berçav dike. Vêca, li ber rohnîya evê gotinê, em li neynika toreya kurdî binêrin, gelo emê çi têde bibînin?
Lê, berê em bikevin girîneka ziman û toreya kurdî, divê ku, bi kurtî em li gêra welat û welatîyên Kurdistanê binêrin. Jiber ku tu caran tore û welat jihev cûda nabin.
Welat, welatekî parçekirî ye. Çîyayên bilind ser seranser bi singa welêt xwe dispêre hev. Deşt destên xwe davêjin destên newal û gelî, deşt û çîya digihînin hev. Rûbar û kanî mîna rehê xwînê jîn û jîyanê derbazê ten û bedena welêt dikin. Welatekî têrbest û baran, rêk û dar û devî seranserê welêt dixemilînin.
Lê, digel wisan jî, perçe perçe di bin destê sitembaran de dinale.