Ehmed Şer li ser sîstema federalî û HSDyê daxuyanî da

.

 Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer ragihand ku dê li Sûriyeya nû sîstema federalî nebe û HSD jî dê bibe beşeke ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê û Serokê Birêvebiriya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer (Mihemed Colanî) ji televîzyona El Erebiyê re behsa HSD û paşeroja Sûriyeyê kir.

Ehmed Şer diyar kir ku wan gelekî hewl da ku veguhastina desthilatê bi awayekî nerm bibe û got:

“Ez xwe rizgarkerê Sûriyeyê nabînim. Her kesê ku qurbanî daye, welat rizgar kir.”

Derbarê destûr û hilbijartinên Sûriyeyê de Ehmed Şer got:

“Dibe ku n ivîsandina destûra nû 3 salan dirêj bike.  Ji bo amadekirina hilbijartinan 4 sal pêwîst in.

Ji bo hilbijartinek rast û pêbawer, pêwîstiya wê bi serjimêryariyê û pêwîstiya vê yekê jî bi demê heye.”

Ehmed Şer tekez ki rku Heyeta Tehrîr El Şamê jî di nav de hemû komên çekdar ên li Sûriyeyê were hilweşandin û ew bir dê di Kongreya Diyaloga Niştimanî de were ragihandin.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê li ser paşeroj û rewşa Rojavayê Kurdistanê û HSDyê jî wiha got:

“Brêvebiriya niha ji bo çareserkirina kirîza li bakurrojhilatê welat û piştre tevlîkirina wê di hêzên çekdar ên Wezareta Berevaniyê de danûstandinan bi HSDyê re dike.

Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne.

Ew rê nadin parçekirina Sûriyeyê û sîstema federal jî nayê qebûlkirin.

Hêzên Kurdan jî dê  di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê  cih bigirin.”

Kurdistan Haberleri

Abdurrahîm Semavî: Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê
Çetiner Çetin: Mesrûr Barzanî dikare rolekî giring di çareseriya pirsa Kurdan de bigêre
Li Sûriyê di salekê de 3 hezar û 563 bûyerên revandin û girtinên keyfî pêk hatine
"Em wekî PWKê xwe wekî aktorekî esasî yê xeta milî dibînin"
"Pêvajoya Aştiyê û Ocalan" li Xanî TVyê hate gotûbêjkirin