Hate ragihandin ku Serok Qonaxa Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, birayê xwe Dr. Mahîr Şera ku wekî wezîrê tenduristiyê jî destnîşan kiribû, wekî Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê erkdar kir.
Jêderên Sûrî îro 6ê Nîsanê ragihandine Dr. Mahir El-Şera weke Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê hat destnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye, Mahîr Şera weke wezîrê tenduristiyê di hikûmeta veguhêz de piştî ketina Esed hatibû destnîşankirin.
Bi destnîşankirina weke Sekreterê Giştî yê Serokatiyê re, rexne li serokê Sûriyê hatin kirin ku malbat û kesûkarên xwe di pileyên bilind de erkdar dike.