Mehmûd Ehmedînejad li ser medya civakî peyamekî bi dîmenkî belav kir.
Ehmedînejad ragihand ku xelkê Îranê ji rewşa niha ya Îranê gelekî aciz e.
Serokkomarê berê yê Îranê got ku aboriya welat li ber parçebûnê ye û diyar kir ku baweriya gel qet bi hikûmetê nemaye.
Ehmedînejad destnîşan kir ku hebûna Hesen Rûhanî û hikûmeta wî ziyanê dide xelkê Îranê û bang li Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kir ku îstîfa bike.