Ekspresa Amedê dest bi seferên xwe kir: 'Em ji Amedê têr nebûn'

.

Trêna Ekspresa Amedê ku par ji bo zindîkirina geştiyariya Amedê dest bi geştê kiribû, geşta xwe ya yekemîn îsal kir.

Trên ji Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi rê ket û ji bajarên Qeyserî, Sêwas, Meletî û Xarpêtê re derbas bû û gihişte Amedê.

Geştiyar li Amedê bi govenda Kurdî û gulên sor hatin pêşwazîkirin.

"Geştyar dê li Amedê kêf bikin"

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu got, "Geştiyarên me, yên ku têne serdana me dê bi dilê xwe li Amedê kêf bikin.

Amed bi bi sûrên xwe û bi baxçeyên Hevselê navdar e. Di nava mîrateya mayînde ya UNESCOyê de sûrên Amedê jî hene.

Ev sûr bi dirêjahiya xwe ya 5 hezar û 800 metroyan, piştî keleya çînê li cîhanê ya herî dirêj e. Ev bajar e."

Di nava geştiyarên Ekspresa Amedê de geştiyarên Amerîkî jî hebûn.

"Ez dîrok û xwarinên vê derê meraq dikim"

Geştiyara Amerîkî ya bi navê Nadiayê hestên xwe wiha anîn zimên:

Em ji bo gerê hatin. Em dê li navenda bajêr bigerin. Bimeşin.

Helbet em dê gelek xwarinên xweş bixwin. Ez dîroka vê derê, xwarina wê meraq dikim.

Geştiyara Amerîkî ya bi navê Jesicayê jî wiha got, "Bi hevala xwe re ji Enqereyê hatim.

Cara yekemîn e em tên vê derê. Em her tiştî meraq dikin.

"Em ji Amedê tên nebûn"

Geştiyar Sînem Palavuzê hezkirina xwe ya ji Amedê wiha anî zimên, "Em ji Îzmîrê tên. Par jî em hatibûn Amedê.

Ji ber ku em jê têr nebûn, careke din hatim. Helbet rêwîtiya bi trêna geştiyarê vê gerê xweştir dike.”

Trêna Geştiyariyê ya Ekspresa Amedê dê her roja înê ji Enqereyê bi rê bikeve û roja şemiyê bigihije Amedê. Trên her roja yekşemê piştî nîvro dê ji Amedê veqete.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Ez Dihok Sporê Pîroz Dikim
Dihok bû şampiyon
PWK Li Amedê Beşdarî Komxebata Egîtîm-Senê Bû
Nivîskar di şevê de hatin gel hev
Kerkûk: 900 hezar donim erdên dagirkirî tên vegerandin