Elçîyê Kurda: Tahir Elçî

Mihyedîn Nahrîn

 

“Kes bi dada me nepirsit gileh û dad çi kit

Te nebit dadresek beyhûde feryad çi kit”

*Melayê Cizîrî

 

Elçîyê Kurda bû. Wekî hemû elçîyan wî jî wezîfeya xwe dikir û rêya rastî û heqîyê, rêya edalet û biratîyê nîşanî mirovan dida.

Elçîyek sivîl bû. Timî di nava gelê xwe de bi awayekî sivîl û bê parastin digerîyê. Derd û kulên gelê xwe di dilê xweyî zîz û xweşik de hîs dikir. Dilê wî li ser derd û kulên gel dinalîya.

Timî ken ji rûyê wî kêm nedibû û ser neditewand li hemberî zordaran.

Rêhevalekî baş û çalak bû. Tu carî ne doza xwe, ne rêhevalên xwe, ne millet û welatê xwe di rê de bi tenê nedihişt.

Wekî hemû elçîyan timî rastgo bû. Ji ya heq û rastîyê tu carî nedihat xwar û tu tavîz nedida. Timî li dijî neheqîyê bû û herdem li gel mazlûman bû.

Rojek tenê jî dilê kesekî nehiştîye. Bi zarokan re zarok û bi mezinan re mezin bû. Mêrxas bû, egîd bû û xweşcamêrekî bê hempa bû.

Bêbextan, dijminan bi guleyekê şûşa dilê wî şikandin. Bi mirina wî re şûşeya dilê me teva şikest. Dilê me li pey wî xemgîn û tenê ma. Mafparêzê me çû û li pey çûna wî hîn bêtir em leqayî neheqîyê hatin.

Piştî koça Elçî êdî em bê elçî mabûn. Kesekî ku li mafê me sual bike nemabû. Wekî Cizîrî gotî: “Te nebit dadresek beyhûde feryad çi kit”.

 

 

Wêne: Daxûyanîya Dawî ya Tahir Elçî (Mînareya Çar Ling)

Mînareya Çar Ling metafora Kurdistanê ye û wekî Kurdistanê ji çar beşan pêk tê lê laşê wê yek e. Ew guleya dijmin wekî Mînareya Çar Ling dilê me kir çar perçe û hişt.