Eleqeya ji bo Keleha Pêrtagê piştî seferên keştiyan zêdetir bû

.

 Li navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê, bi saya seferên keştiyan geştyar zêdetir Keleha Pêrtagê ya li ser Gola Bendava Kebanê ziyaret dikin.

Navçeya Pêrtagê bi cihên xwe yên dîrokî, qadên çandî û bedewiyên xwe yên xwezayî feydeyeke mezin dide turîzmê.

Keleha Pêrtagê ya li ser Gola Bendava Kebanê, wekî nîvgiravê ye û şopên gelek şaristaniyan dihewîne.

Kelehê vê havînê bi saya tûrên keştiyan mazuvaniya gelek geştyaran kir.

Seferên keştiyan di rojên diyarkirî de çêdibin.

Rêwîtiya kelehê bi qasî 5 kîlometroyan diajo

Rêwîtiya geştyaran bi qasî 5 kîlometroyan diajo û ew di vê rêwîtiyê de cureyên çûkan ên li herêmê dibînin û wêneyan digirin.

Geştyarên piştî ku digîhêjin kelehê li wir dimeşin, der û dorê dibînin û derbarê dîroka wê de hînî agahiyan dibin.

“Kesên tên li vir kêfxweş dibin”

Kagan Tunçê xwediyê keştiyê da zanîn ku keştiya wan dikare heta 50 kesî hilgire û wiha axivî:

"Berî ku Bendava Kebanê bê çêkirin xelk bi rê ve diçû Keleha Pêrtagê.

Lê piştî bendav hat çêkirin êdî xelkê nekarî biçe kelehê û ji dûr ve lê dinêrîn.

Me jî got bila xelk tenê ji dûr ve nebîne. Berî du mehan me keştiya ku xelkê bibe kelehê xebitand.

Kesên tên li vir kêfxweş dibin. Sala bê xwaringehek jî dê li kelehê vebe û seferên me jî dê zêdetir bibin.”

Ji bo geştyaran bernameyên taybet hene

Her wiha xwediyê keştiyê di nava belemê de ji bo geştyaran bernameyên taybet jî amade dike.

Ew geştyaran li ber dengê muzîk û stranan digihînin kelehê.

Muzîkjen Oguz Buruç jî da zanîn ew di keştiyê de stranan dibêjin û geştiyaran kêfxweş dikin û got:

“Kesên ku ji Semsûr, Meletî, Dêrsim, Xarpêt û navçeyên wê hatîn hene.

Bi saya Xwedê sala pêşiya me dê qehwexaneya li kelehê tê çêkirin biqede û karê me jî dê baştir bibe.”

Geştyar Mehmet Zulfu Yolgayê ji bo dîtina kelehê çûye jî got, “Pêrtag ji aliyê siruştê ve cihekî dewlemend e, çem û gelek newal hene ku divê bên dîtin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin