Elewî daxwaza statûya îbadetxaneyê dikin

.

Li Tirkiyê careke din statûya cihê ayîn û îbadetxaneya Elewîyan, cemxaneyan di rojevê de ye. Hikûmeta AK Partî dixwaze bi yasayekê statûya cemxaneyan bike statûya navenda çandê, lêbelê sazî û cemxaneyên Elewiyan li dijî vê yekê derdikevin û daxwaza statûya îbadetxaneyê dikin. Nûner û dedeyên Elewiyan ji Rûdawê re axivîn û destnîşan kirin, “ew dixwazin cemxaneyên wan ji aliyê dewletê ve wek statûya îbadetxaneyê bên naskirin.” Herwiha nûnerên Elewiyan didin zanîn ku, yasa divê bi beşdariya hemû sazî û nûnerên pêkhateyên Elewiyan bê amadekirin û pirsgirêka wan a rewabûnê bê çareserkirin.

AK Partî dixwaze statûya cemxaneyan biguhere

Li Tirkiyê ev demeke dirêj e ku Elewî bi riyên hiqûqî û siyasî hewl didin ku dewlet cihê ayîn û îbadetxaneya Elewîyan cemxaneyan di statûya îbadetxaneyê de qebûl bike. Hikûmeta Ak Partiyê niha amadehî dike ku bi yasayeke statûya cemxaneyan destnîşan bike. Li gorî projeyasayê cemxane wê bibin xwedî statûya navenda çandê, ji bo dedeyên Elewîyan mûçe bên dayîn û xerc û mesrefên Cemxaneyan jî ji aliyê dewletê ve bê dayîn.

Lê belê piraniya sazî, komele, weqf û cemxaneyên Elewiyan li dijî vê vererastkirinê derdikevin û daxwaza statûya îbadetxaneyê dikin.

`Pirsgirêka me ya rewabûnê heye`

Hidir Karataş, Serokê Weqfa Cemxaneya Gaziyê, dibêje, “Xebatên tên kirin divê li hafa gel bê kirin û hemû sazî, nûner, pîr û dedeyên Elewiyan tê de cih bigrin. Divê ev sererastkirin bi eqleke hevpar bê kirin. Niha pirsgirêka me ya rewabûnê heye. Cemxane cihê îbadetxane û baweriyê ne. Divê pêşî ev yek bê qebûlkirin. mWekî din her tişt hûrgilî ye û divê nîqaş li serê bên kirin. Lê îro li Tirkiyê meşrûiyeta baweriyê ya 20 milyon welatiyên Elewî nîne.”

Haşim Kizilveren, Dedeyê Cemxaneyê, diyar dike, “Divê cemxaneyên me ne wek navenda çandê, lê wek îbadetxane bê qebûlkirin. Em dixwazin statûya cemxaneyan di destûra bingehîn de cih bigre. Kengê mafên Elewiyan hat dayîn wê hingê dibe ku mijara dayîna mûçe bo dedeyan bê axaftin. Jixwe bi sedsalan e ku Elewî xwedî li pîr û dedeyên xwe derketine û loqme dane wan.”

Daxwazên Elewiyan nehatine çareserkirin

Partiya desthilatdar Ak Partî di demên borî de ji bo pirsgirêka Elewiyan bê çareserkirin çend komxebat lidar xistibû, lê belê daxwazên Elewiyan nehatibûn çareserkirin û statûyan cemxaneyan wek îbadetxane nehatibû qebûl kirin.

Mahmut Gunaydin, Welatiyê Elewî, dibêje, “Cemxane navenda me ya baweriyê ye û divê bibe xwedî statûya baweriyê. Mizgeft çawa cihên baweriyê bin, eynî wisa cemxane jî cihên baweriyê ne.”

Serdana 1585 cemxaneyan hatibû kirin

Erdem Gul, Welatiyê Elewî, “Cemxane cihê îbadetxaneyê ye. Em li wir diçin secdê.”

Derbarê statûya cemxaneyan de hêj projeyasa hikûmetê zelal nebe jî, bi fermana Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, şandeyên Wezareta Navxwe di meha Cotmehê de li 58 bajaran serdana 1585 cemxaneyan kiribûn û ev mijar di civîna 25ê Cotmehê ya Kabîneya Serokkomariyê de hatibû rojevê.

Rûdaw

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn