Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî got, “Li Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Parîsê navê Kurdistanê li kêleka navên welatên cîhanê ye.”
Li Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Parîsê standeke taybet bi navê Kurdistanê li kêleka navên welatên cîhanê hatiye danîn.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî diyar kir ku wan pirtûkên girîng ên li ser şoreş, dîroka Kurdan û qirkirinên li ser Kurdan bi Fransî xistine pêşangehê.
Elî Dolemerî li Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Parîsê pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Parîsê 11ê vê mehê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat vekirin.
"Têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê dîrokî ne”
Dolemerî da zanîn ku Herêma Kurdistanê cara yekem îsal beşdarî vê pêşangeha navneteweyî bûye û di sê rojan de nêzîkî milyonek kesan tev li pêşangehê bûne û pê de çû:
"Têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê dîrokî ne, gelek nivîskar, rojnameger û wênegiran di salên Şoreşa Îlonê de baregehên şoreşê û yên Mela Mistefayê rehmetî ziyaret kirine û gelek pirtûk li ser Kurdan bi zimanê Fransî nivîsandine.
Me jî girîng zanî ku em wan pirtûkên Fransî an jî Kurdên ku li her parçeyê Kurdistanê bi Fransî nivîsandine li vir pêşkêşî xwênerên Fransî bikin.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zimanê pirtûkan jî got, "Piraniya wan bi zimanê Fransî hatine nivîsandin, pêşwaziyeke germ ji wan hat kirin, hinek jî bi zimanê Îngilîzî hatine nivîsandin.”
“Dema Kurdan navê Kurdistanê didît digiriyan”
Wî daxuyand ku ditîna navê Kurdistanê Kurdan dilxweş dike û anî zimên:
"Roja yekem taybet bû bi xwendekaran, me gelek xwendekarên Kurd dîtin ku dema wan didît navê Kurdistanê li kêleka navê welatên cîhanê ye digiriyan".
Elî Dolemerî amaje bi wê yekê kir ku pirtûk qala şoreşên Kurdan, dîroka Kurdan û Enfalê dikin û daxuyand:
"Xanimek li vir heye bi Fransî pirtûkeke gelekî xweş li ser komkujiya Kurdan nivîsandiye ku me pêşkêşî hemû parlamenter û wezîrên Fransayê kiriye."
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku helbest, siyaset, aborî û zarok piraniya naveroka pirtûkan pêk tînin û xwe lê berda:
"Ew nifşê ku tên vir hemû xwendewar in, xwendekar, mamosteyên zanîngehan, rojnameger û elîtên civakê ne.
Pirtûk jî hemû tên xwestin, bi taybetî jî pirtûka Serok Barzanî ya ku li Fransî hatiye wergerandin û kurteyek ji dîroka Kurdan e û behsa referandûmê jî dike tê xwestin.
Di roja yekem de ti pirtûkên me neman ji ber ku daxwaz li ser wan zêde bû.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku 12 nivîskar li standa Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûne û pirtûkên xwênerên xwe îmze kirine.
Elî Dolemerî destnîşan kir ku nivîskarê navdar ê Kurd Hamît Bozarslan bi pirtûka xwe ya bi navê "Dîroka Kurdan ji Demên Berê Heta Niha" beşdarî pêşangehê bûye û gelek daxwaz li ser vê berhemê heye.
Çavkanî: Rûdaw