Malbata Karabûlût, erdên kurdên êzidî nade wan. Êzidiyên ku di sala 1992'yan de ji ber zext û zoriyan koçber bûne, gava çûne Ewropayê bi emanetî erdên xwe dane malbata Karabûlût û niha nikarin erdên xwe bajon. Bi ser de tim bi êrîşan re rû bi rû dimînin.
Kurdên êzidî yên ku ji gundê Kelhok ê navçeya Qubînê ya Êlihê, gava ji ber zext û zoriyan ji bêgavî koç kirine û çûne Ewropayê, di sala 1992'yan de li hizûra noterê erdên xwe bi emanetî dane malbata Karabûlûtê. Lê ji ber ku malbata Karabûlûtê çav berdaye erdê wan, wan jî serî li Dadgeha Hiqûqê ya 2'yan a Êlihê dabû.
ERDÊN WAN XESP KIRINE
Piştî 8 salan dadgehê biryar daye ku malbata Karabûlûtê dev ji erdên wan berde. Lê belê malbata Karabûlûtê guh li biryara dadegehê nake û erdê wan nade wan. Her wiha ev eşîreta navbirî bi ser de 4 caran êrîş biriye ser wan û tahde li wan kiriye.
Kurdê êzidî Nedîm Erkîş û 5 kesên pê re, di 17'ê Kanûna 2019'an de li navenda bajêr bi êrîşa malbata Karabûlûtê re rû bi rû mabûn. Piştî vê êzidî ji bêgavî cardin berê xwe dabûn Almanyayê.
Di Kanûna 2020'an de cardin vegeriyane gund û vê carê jî bi êrîşan û gefan re rû bi rû mane. Malbatên ku nêzî 3 meh in li Êlihê li otêlekê dimînin, ji bo êrîş neyê ser wan hewl didin ku di nezareta cendirmeyan de erdê xwe bajon. Lê belê vê carê jî ji ber gefên eşîretê traktor bi dest wan nakave ku erdên xwe bajon.
Nedîm Erkîş, diyar kir ku ji bo ku erdên xwe bajon 3 meh berê cardin hatine gund, lê belê malbata Karabûlûtê dest daniye ser erdê wan û ji ber vê nikarin erdê xwe bajon.
‘XETA ME YA SOR E'
Erkîş, bilêv kir ku li gor edeta êzidiyan erd nayên firotin û got: "Gorên me li wir in. Ev xeta me ya sor e. Em ê erdên xwe bi îcare jî nedin kesî. Em dixwazin erdên xwe bajon. Lê astengiyan datînin ber me."
Erkîş, diyar kir ku wesayît û amûrên ku ji bo ajotina erd tînin jî kesên ku erdên wan xespkirine nahêlin wan bi kar bînin û got: "Wesyaîtên çandiniyê yên ku em kirê dikin, ji ber gefên wan em nikarin wan bişixulînin. Ji traktorê bigire heya bi gelek amûr û alavên din ên çandiniyê. Nahêlin em wan bibin nav erd. Em çûn cem kê, gotin eşîret nahêle. Lê em ê bi hawayekî hel bikin. Em ê çandiniyê bikin."
LI OTÊLÊ DIMÎNIN
Erkîş, anî ziman ku biryara dadgehê niha li Dadgeha Bilind e û got: "Bihêlin em li ser axa xwe bijîn. Em çend sal berê koçber bûn. Lê piştî pêvajoya aştiyê em hatin. Em doza ên xwe dikin. Em tiştekî zêde naxwazin. Em êzidî êdî naxwazin ji wir koçî wir bikin. Bû du car e em tên, lê ji dêvla gundê xwe em ji bêgavî li otêlê dimînin."
MA / Fethî Balaman