ÊLIH - Pêşangeha Pirtûkên Kurdî dest pê kir

.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya ku tenê weşanxaneyên Kurdî tê de beşdar in dest pê kir.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Parka Yilmaz Guneya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.

Pêşangeha pirtûkan bi hevkariya Şaredariya Êlihê, şaxa Êlihê ya sendîkaya Egîtîm Senê û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê tê lidarxistin.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Êlihê îro dest pê kir û dê heta 20ê mehê bidome.

Di pêşangehê de 26 weşanxaneyên Kurdî amade ne.

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de nivîskar dê panel, gotûbêj û hevpeyvînan li dar bixin.

Her wiha nivîskar dê ji bo xwîneran pirtûkên xwe jî îmze bikin.

Şaredariya Êlihê li ser malpera xwe ya fermî bernameya Pêşangeha Pirtûkên Kurdî jî belav kir.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir