Elmanyayê firotina çekan bo Tirkiyeyê sekinand!

Elmanyayê hinardeya zîrpoşên giran û keresteyên bizirxîkirinê bo Tirkiyeyê bi piranî sekinand. Sedema wê jî ev e ku Tirkiye van zirxpoşan li Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan bi kar tîne.

Derkete holê ku sal par, Elmanyayê bo Tirkiyeyê 138 caran, bi buhaya 32 milyon euroyî hinardeya çekan kiriye lê piştî destpêkirina operasyonên li dijî YPGê bi tenê bo rewşên lezgîn, tenê 16 caran, bi buhaya 916 hezar euroyî hinardeya çekan kiriye.

Tirkiye ji Elmanyayê bi taybetî bo nûkirin, selihandin û sitandina perçeyên tankên Leopard 2 ên ku ji Elmanyayê kirîbûn, ji Elmanyayê zirx û keresteyên weke wê distîne. Hate gotni Elmanyayê ji Adara îsal ve, tenê destûra firotina hinardeya bi buhaya 916 hezar euroyî bo Tirkiyeyê daye.

Wezîrê Aborî yê Elmanyayê daketina rêjeya hinardeya çekdarî bo Tirkiyeyê bi eşkere bi destpêkirina operasyonên li dijî YPGê ve girê da. Hate gotin ji destpêka operasyonan û vi de, gav bi gav hinardekirina çekan bo Tirkiyeyê hatiye kêmkirin. Armanca Elmanyayê ya bi vê yekê jî ev e ku van bikaranîna van zirxpoşan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê sînordar bike. Herwiha Tirkiyeyê nikare zirxpoşên ku li Rojavayê Kurdistanê xirab bûne, biselihîne.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin