Îro, hêzên tarî û hovane, li Hewlêrê, êrîşeke bi bombe birin ser Tora Meda ya Rûdawê. Di encamê da çar xebatkarên Rûdawê birîndar bûn û li avahiyê xesarek mezin peyda bû.
Tora Medya ya Rûdawê bi weşana xwe ya objektif, bêalî û Kurdistanî dijminê gelê Kurd aciz dike. Dek û dolavên wan yên li dijê Kurd û Kurdistanê eşkere û pûç dike. Sedemê êrîşên wan ê qilêr jî ev weşana Rûdawê ya bi wêrek e. Lê bila dijminê Kurd û mirovahiyê bizanibin ku denge Rûdawê tu carê nayê birîn
Em wek partî û rêxistinên Kurdistanê carek din êrîşa li ser Rûdawê bi tundî şermezar dikin, ji birîndaran ra saxî û silametî dixwazin.
Rûdaw ne tenê ye.
25.06.2016
AZADİ HAREKETİ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK