Seroka Firaksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Bexdayê Dr. Viyan Sebrî pêşniyazek li fraksiyonên Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê kir
Dr. Viyan Sebrî axivî û da zanîn ku 58 parlementerên kurd di parlementoya Iraqê da hene. Ew bi yekdengî û yekhelwêstî bi ser dikevin û dengên kurdan jî li Bexdayê bihêztir dikin.
Herwiha Viyan Sebrî pêşniyaz jî kir ku divê hemû firaksiyonên Kurdistanê ”Hevpeymaniya Kurdistanê “ li Parlementoya Iraqê durist bikin çunke gelek pirsên giring hene di navbera Hewlêr û Bexdayê da û divê kurd bo çareseriya wan pirsan yekdeng û yekhelwêst bin.