Nesrin Ozbingol
25ê Mijdarê Roja ji Holê Rakirina Şîdeta li Dijî Jinê ye.
Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
ji ber ku ew dayik, xwîşk û keçên me ne...
ji ber vê yekê ji kerema xwe re vê gotarê heta dawiyê bixwînin
Roja Cîhanî ya li Dijî Tûndûtûjiya li Hember Jinan;
Di sala 1999ê de, bi biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate îlankirin ku di civatê de hişmendiya li dijî şideta li hember jinê were bihêzkirin.
PÊNASE Û CUREYÊN CUDA YÊN TÛNÛTÛJIYÊ:
Tûndûtûjiya ango şîdeta li hemberî jinê pirsgirêkeke tevlîhev e ku dikare bi awayên cuda pêk bê û gelek caran hev dahf bide, bihêz bike. Jin bi awayên cihê dikarin zerarê bibînin, ku şîdeta fîzîkî, psîkolojîk, zayendî û aborî jî di nav wê de ye. Her awayekî tûndûtûjiyê xwedî bandorên cuda ye û dikare encamên neyînî yên demdirêj li ser tenduristî, ewlehî û kalîteya jiyanê ya jinê bi xwe re bîne. Li jêr cureyên tûndûtûjiya li dijî jinan bi hûrgilî tên ravekirin:
1. Şîdeta fîzîkî
Tûndûtûjiya fîzîkî her cure êrîşê di nav xwe de pêk tîne û zirarê dide yekparebûna laşî ya jinê. Ev cure tundûtûjî bi gelemperî ya herî berbiçav û tê naskirin e. Mînakên şîdeta fîzîkî ev in:
* Şîmaq lêdan, kulm kirin an jî lêxistin
* Derb, pihîn, ziyandana parçeyên cuda yên bedenê
* Fetisandin, rê li ber bêhn stendina jinê girtin
* Bi bikaranîna çekê yan jî gefxwarina bi amûrên tûj yên weke kêr û tiştên weke wê
* Sepanên sînordarkirina tevgerê yên wekî zincîrkirin an jî girêdanê
Tundûtûjîya fîzîkî bi piranî berî ya jî piştî formên din ên tundûtûjîyê pêk tê û gelek caran qurbanîyan birîndar dihêle.
2. Şîdeta psîkolojîk (Hestî/derûnî)
Tûndûtûjiya derûnî cureyeke tundûtûjîyê ye ku bandorên negatîv li ser tendirûstîya derûnî ya jinekê dike. Ev cure ne rasterast ne bedenî ye, lê pir bi zirar e. Her çend ev cure tundûtûjî gelek caran zehmet bê ferqkirin jî, dikare bandorên mayinde li ser qurbaniyê bihêle. Mînakên şîdeta psîkolojîk ev in:
* Kêmdîtin, heqaret, şikandina baweriya jinê ya bi xwe
* Gefxwarin: Gefwarina kuştin yan zerardna jinê yan jî xizmên wê
* Tecrîd: Durxistina jinê ji malbat, heval û derdora wê ya civatî
* Xapandin û îstîsmara hestyarî: Ji bo ku jin xwe tawanbar hîs bike, tirsandina wê yan jî bi zorê hesta sûcdariyê xistina sere wê
* Kontrolkirin: Diyarkirina ku jin dikare çi bike, li ku be, bi kê re hevdîtinê bike
Tûndûtûjiya derûnî bi gelemperî şopên dîtbar li pey xwe nahêle, lê dikare bi awayekî cidî bandorê li ser tenduristiya derûnî ya jinekê bike, ku wê bixe depresyonê, bibe sedema ku ew ji her tiştî şikê bike û bibe sedema trawmayê.
3. Şîdeta zayendî
Tûndûtûjiya zayendî/seksî ew e ku jinek neçar bibe bêyî riza xwe kiryareke seksî li dijî vîna xwe bike. Ev şêweyê şîdetê gelek caran weke binpêkirina mafên zayendî yên jinan tê dîtin û dikare bibe sedema zerara fîzîkî û psîkolojîk. Mînakên şîdeta zayendî ev in:
* Tecawîz an jî têkiliya zayendî ya bi zorê
* Êrîşa cinsî: Destavêtina organa zayendî ya jinê yan jî beşên din ên laşê wê bi zorê
* Destdirêjîya seksî: Tevgera zayendî ya devkî an jî fîzîkî
* Îstîsmara zayendî: Îstîsmara zayendî ya li zarokan an jî jinên qels kirin
Şîdeta zayendî ne bitenê fizîkî ye, li ser nasnameya zayendî û ewleyiya jinê jî bandorên mayinde dike.
4. Tûndûtûjiya aborî
Şîdeta aboriyê, ew e ku bi armanca sînordarkirin an jî bi temamî ji holê rakirina serxwebûna aborî ya jinan pêk tê. Ev cureyê şîdetê stratejiyeke ku ji bo bidestxistina controla azadiya aborî û sînordarkirina jiyana jinan pêk tê. Mînakên şîdeta aborî:
* Pêşîlêgirtina gîhaştina çavkaniyên madî: Sînordarkirina mafê jinê yê bikaranîna pereyê xwe, qedexekirina karkirina wê
* Sînordarkirina mafê kar: Nehiştina karkirina jinê yan jî pêkanîna astengên girêdayî cihê karê wê
* Kontrolkirina budçeya malbatê: Ji wan stendina pereyê jinan û pêkanîna kontrola tevahî li ser çawaniya xerckirina pereyên wan
Tundûtûjîya aborî, rê li ber serbixwebûna jinan û karebûna wan a piştgiriya xwe bixwe digre, ku ew jî gelek caran ligel awayên din ên tundûtûjîyê pêk tê.
5. Tûndûtûjiya civatî
Şîdeta civatî cureyeke şîdetê ye ku jiyana civatî ya jinê, têkilî û rola wê ya civatî bi sînor dike. Ev cure tundûtûjî dibe sedema ku jin di nava civakê de serbixwe nebe û ji derdora xwe ya civatî dûr bikeve. Mînak:
* Îzolasyon an jî dûrkirina civatî: Dûrkirina jinan ji heval, malbat û civaka wan
* Astengkirina mafê tevlîbûna çalakiyên civatî: Qedexekirina beşdarbûna jinan a çalakiyên li ciyê kar, dibistan an jî qadên din ên civatî
* Astengkirina wê ya di pêvajoyên biryardayînê yên malbatî de: Nedana mafê axavtinê û astengkirna jinê di pêvajoyên biryardayînê de
Tûndûtûjiya civatî, mafên jinê yên xwe îfadekirina di civatê de û bi kesên din re têkiliyên normal danînê asteng dike.
6. Tûndûtûjiya Mêjî (Gaslighting)
Gaslighting cureyeke manîpulasyonê ye ku meriv naçar dike da ku gumanê ji rastiyê bike. Kesê ku tûndûtûjiyê pêk tîne, tenduristiya zîhnê ango mêjîyê jinê ji xwe re dike armanc, biberdewamî agahdariyên şaş didiyê ku ew jî gûmanê ji şiyana xwe ya têgihîştinê bike. Mînakên şîdeta mêjiyî:
* Berevajîkirina rastiyan: Bêrûmetkirina çavdêrî û hestên jinê
* Paranoîdkirina jinê: Bûyîna sedema ku jin ji tevgerên xwe an jî ji yên kesên din bikeve şikê
• Îstîsmara hestiyariyê: Bi berdewamî balkişandina ser xeletiyên jinê, bûna sedema ku ew xwe ji ber van xeletiya tawanbar hîs bike û bi vî awayî xistina wê ya bin kontrolê
7. Kombûna Şîdeta Derûnî û Fîzîkî
Gelek caran şîdeta li hemberî jinê, bi gelek cûreyên xwe dibe yek. Mînak; jin dibare him rastî şîdeta fîzîkî him jî ya psîkolojîk bê. Şîdeta zayendî û şîdeta aborî jî gelek caran hev dahf didin û bi awayên paralel pêk tên.
Di encamê de
Tundiya li hemberî jinê tenê bi birînên fizîkî ne sînor kirîye; di heman demê de ev yek dikare di warên derûnî, zayendî, aborî û civatî jî zerareke cidî bide wê. Şîdet ne tenê di dema ku dibe de bandorên neyînî li jiyana jinan dike, di dema dirêj de li ser tenduristiya psîkolojîk û fîzîkî ya wan jî bandoreke neyînî dike. Divê her cure tûndûtûjiya li ser jinê weke pirsgirêkeke mirovî were nirxandin û li dijî vê divê tevdîrên hiqûqî û civatî yên karîgertir werin girtin û geş kirin.