Em Kurd Bi Rastî Civakeke Pir Ecêb, Tûhaf û Enteresan in

M. Ali Yıldırım

Wek em dizanin di roja 24.06.2018an de li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên pêşwext ên ji bo Parlamento û Serokomariyê li dar bikeve. Piştî biryara hilbijartinan hat dayîn, di çapemeniya kurdan de bi taybetî jî, li ser Facebookê  kelêcanek û gelek dezenformasyonên neheq û ne li cih tên nîqaşkirin.
 

Minak : "Xwedêgiravî Bloka Kurdî bi HDPê re ketiye bazariya ji bona çend parlementan" û dîsa "çima Bloka Kurdî bi HDP re îtifaqê dike" û gelek tiştên dinan wiha têne nîqaşkirin.
 

Ez dixwazim li ser vê mijara hanê  bi çend gotinan bêjim, li ser helwesta partiyên me yên kurdan û li ser wan kesên dezenformasyonê xelet û nerast belav dikin nerîn û remanên xwe bi we re parve bikim.
 

Gelê kurd û siyasetvanên kurd divê berî her tiştî baş zanibin û xwedî vê  baweriyê bin ku pirsa kurd û Kurdistanê ne ew pirs e ku bi hejmara parlamenterên li parlementoyê ve bê çareserkirin. Ev pirs pirseke siyasî û netewî ye, pirsa welatekî û miletekî ye  û bi hevdîtin û mitabaqata herdu aliyan dikare bê çareserkirin. Lê  nabe ku em girîngiyê nedin hilbijartinan jî. Divê gele kurd û partiyên kurdan wek aliyekî, em doza azadî, demokrasî û adaletê ya gelê xwe bi rêya hilbijartinê jî bikaribin biparêzin, doza kurd û Kurdistanê  pêşde bibin.
 

Helbet eşkere ye ku Qanûna Bingehîn, qanûnên din, sîstema hilbijartinê gelek astengî, qedexe û bendan derdixe pêş gelê me. Lê astengî bi van jî naqedin; bi Rewşa Awarte, bi vê biryara hilbijartina pêşwext a ku Hikûmet dixwaze hemû aliyên din bê amadehî, bi şerpezeyî bixe hilbijartinan, ev helwesta li dijî demokrasiyê û astengiyên li ber gelê me derketiye asteke herî bilind. Lê dîsa jî divê heta ku ji destê gel û partiyên me bê em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Bi vê hişmendiyê û li ser daxwazên asgarî yên gelê me, ji bo ku em bikaribin  tifaqeke herî berfireh pêk bînin, divê em hewlên xwe germtir û bileztir bikin. Divê  da ku tifaqeke netewî û demokratîk ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an di nava partî û rexistinên Kurdan dê were pêk anîn. 
 

Gelê Kurdistanê pir di rewşekî xerab de derbas dibê, ji hemû mafên xweyî netewî û yên demokratik bêpar e. Hîna li Bakurê Kurdistanê zimanê me yê zikmakî gelek caran tê qedexekirin û em ji hemû mafên xwe yên netewî, demokratîk û însanî mahrum in, dijminê me li herçar perçeyên Kurdistanê her roj  me dikujin û mal û milkên me talan dikin. Mixabin em jî hîna niqaşên wisa dikin ku sankî wek me Kurdistan azad kiriye, em ketine qirika hevdu û di nava taseke av de de hevdu difetisînin.

Hin kes derketinê holê li ser tora civakî dibêjin çima filan partî bi filan partiyê îtifaq dikin û gelek rexneyên neheq û bêqîmet li partiyên kurd û Kurdistanî dikin.
 

Mixabin van kesan qala pir tiştên tûj û mezin dikin, gotinên kurd û Kurdistanê ji devên xwe dernaxin, hemû şeklên xebata demokratîk û parlementoyê înkar dikin, lê bîst û çar saetan nerînên xwe bi tirkî tînin zimên û bi tirkî dinivîsin.
 

Helê partîyeke me heye ku bi navê HAKPARê derketiyê holê, dibêje qey dinya li dora wê digere, çi li welêt û çi li Ewrupa li dijî hemû îtifaq û yekitiyên partî û rexistinên demokratîk ên kurd û Kurdistanî derdikeve. Yan divê hemû yekîtî û îtifaqên henê û çêdibin hemû di bin bandora wan de bin, yan jî ji bona îtifaq  çênebin bi hemû îmkan, bi dek û dolaban wan îtifaqan yan bê mane dike û yan jî xera dikin.
 

Ez bawer im ku ji bona wan hilbijatinên li peşiya me jî, ew ê hezar dek û dolaban bikin ku ji bona Bloka kurdi bi ser nekeve, ew ê li dijî Bloka Kurdî derkevin.

Mînak: Ev partiya ku em qala wê dikin (di Îtifaqa partiyên li dijî biryarên meseleya  hendekan, yan jî îtifaqa ji bona Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr, şevên Newrozê û çalekiyên li Ewropa ku hemû li ser navên Hevkarî û Platformên parti û rexistinên herçar perçeyên Kurdistanê pêk dihatin û bi dehan tiştên din wek wan li berçavanê) van hevalan di wan xebatan de ji cih negirtin.
 

Yaho em kurd jî piçekî tecrûbe ji tirkan bistînin, parti û serokên wan, hazar xeber û heqaretan li hev dikin, lê wexta berjêwendiyên dewleta wan tê ortê, hemû nakokiyên xwe didin alîyekî û ji bona berjêwendiyên xwe yên netewî tên ba hev. 
 

Ma gelo berî  salekê tiştên Bahçeli serokê partiya MHP û yên CHP Kemal  Kiliçdaroğlu ji bona Erdoğan digotin we ji bîr kir. Lê aniha binêrin Erdoğan û Bahçeli ji bona berjêwendiyên xwe di çi rewşê de ne.


Ma gelo em kurd jî, ji bona berjewendiyên gelê xwe û berjewendiyên kurd û Kurdistanê bi kemayî li ser hinek babetên müşterek werin ba hev ew ê qiyamet biqewime?


Hinek kes dibêjin, "divê Bloka partiyên kurdî bi HDP re îtifaqan nekin”  Erê em giş dizanin HDP xwe wek partiyeke kurdan nabînê û xwe wek partiyekeTirkiyê dibine. Tamam em jî we wek partiyeke Tirkiyeyê dibînin. Wexta HDP ya jî partiyeke din a tirkan  li ser daxwazên asgarî yên gelê me, ji bo ku em bikaribin  tifaqeke herî berfireh pêk bînin, gelo çi zerara me û ya gelê me tê de heyê? Berovajî ev tekili dikare tifaqeke netewî û demokratîk a ji bo hilbijartinên   şaredariyan ên ku di Adara 2019an de dê li dar bikeve jî bibe bingeheke xurt û divê partî û gelê me ji niha ve xwe ji  hilbijartinên  şaredariyan re amade bikin.Bi vê helwestê em kurd dikarin hinek  tiştan bi dest bixin.
 

Pirseke din: "Carinan hinek kes dibêjin divê kurd nekevin hilbijartinên li Tirkiyeyê pêk tên" 

Divê em li rewşa Bakurê Kurdistanê ne wek a Başûrê Kurdistanê binêrin. Li Bakurê Kurdistanê tiştekî me li ortê tine û em di rewşekî pir xerab dene, lewma jî em nikarin bêjin ku li Tirkiye û li Kurdistana Bakur hilbijartinên çêdibin me elaqadar nake, lê berovajî; li Kurdistana Başûr meriv dikare bêjê ku “hilbijartinên li Îraqê pêk tên kurdên başûr elaqadar nakê “ belkî ez dikarim hinekî  wan nerînan fahm bikim. Ji ber ku li Kurdistana Başûr Parlementoyeke we û Hikumeteke we û bi sedan dezgehên sivîl û netewî yên we henê, lê li Kurdistana Bakur wek Rehmetli Musa Anter gotibû em hina di bin sifirê de ne. Lewma jî  li ser daxwazên asgarî yên gelê me, ji bo ku em bikaribin tifaqeke herî berfireh pêk bînin di berjêwendiyên me kurdan de ne.
 

Ya herî rast û muhîm divê em ji bîr nekin; em pirsa kurd û Kurdistanê wek  pirseke siyasî û netewî ye, pirsa welatekî û miletekî ye û bi hevdîtin û mitabaqata herdu aliyan dikare bê çareserkirin û bi wî şeklî lê binêrin.
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin