"Em mizgînîya yekitîya TDK-TEVGER Û PAKê bi raya giştî re parve dikin!"

.

Em wek TDK-TEVGER û PAK, bi geşbûn û bi dilxweşî dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku me biryar daye emê di nav yek partîyê de yekitîya xwe ya rêxistinî û sîyasî pêk bînin.

TDK-TEVGER û PAK di îlona 2023yê da wê kongreya xwe ya yekitîyê li dar bixin û wê wek partîyeke nû di qada sîyasî ya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê da xebatên xwe bimeşînin. TDK-TEVGER û PAK ji bo rêlibervekirin û amadekarîya yekîtîyeke sîyasî û rêxistinîyê ev li derdora salekê ye ku di nav dîyalog û xebateke berfireh de ne.

Piştî civîn û xebatên hevbeş, deklerasyona sîyasî ya hevbeş û reşnivîsa bernamayê û raporên xebatê yên ku ji alîyên komîsyona hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ve hatibûn amadekirin, bi endam û piştgirên PAK û TEVGERê re hatin parve kirin. Endam û piştgirên PAK û TEVGERê li gel nerîn, nirxandin û pêşniyarîyên xwe yên çêker, xabata yekîtîya sîyasî û rêxistinî pesinandin û piştgirîyek girîng dane pêvajoya yekîtîyê.

TDK-TEVGER û PAK a ku dê bi hev re partîyeke nû ava bikin, xwe bi tu rêxistin û kevneşopîyên siyasî ve pênase nakin; ew xwe berdewamîya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dibînin. Herweha; ew xwe berdewamîya hemû têkoşîn, xebat, ked û nirxên milî, demokratîk, niştimanî yên Kurdistanê dibînin.

Bi vê hişmendîyê û bi vê bawerîyê, TDK-TEVGER û PAK dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, hemû partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên ku bername, nêrînên wan ên sîyasî, nêrînên wan ên di derbarê şiklê xebatê û rêxistinî de wek hev in, nêzî hev in, yekitîya xwe ya sîyasî û rêxistinî pêk bînin. Yekitîya TDK-TEVGERê û PAKê jî berhem û nîşana vê hişmendîyê ye û beşeke bicîhanîna vê pêwîstîyê ye.

Avakirina partîyeke bi vî rengî, helbete ku pêwîstîya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ji holê ranake. Hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk yên li ser prensîbên neteweyî, kurdistanî bêne ava kirin pêwîstî û wazîfeyeke me ya sereke ya milî ye. Lê aşkereye ku li Bakurê Kurdistanê partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî dê di avakirin, birevebirin û berdewamîya platform, hevkarî, tifaq û bi hev re xebatên hevbeş yên milî, demokratîk jî bibe bingehekî esasî.

Bêgûman, pêwîstîya yekitîya sîyasî û rêxistinî ya partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî yên ku bername û nêrînên wan ên sîyasî wek hev in, nêzî hev in, bi yekitîya TDK-TEVGERê û PAKê bi dawî nayê. Partîya ku dê bi yekitîya TDK-TEVGER û PAKê bê ava kirin jî di her qonaxê de amade ye ku bi partî, tevger, rêxistin, grûbên wek wê, nêzî wê ra yekitîya sîyasî û rêxistinî pêk bîne.

Bi vê hişmendîyê, em wek TDK-TEVGER û PAK bangî hemû siyasetmedar, derdor, rewşenbîr û welatparêzên kurdistanî yên wek me, nêzî me difikirin dikin ku ji derveyî vê pêvajoya yekîtîya sîyasî û rêxistinî ya ji bo avakirina partiyek nû ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, kurdistanî, meşrû, legal û girseyî nemînin; bi beşdarî, helwest, daxwaz û pêşnîyarên xwe avakirina partîyek weha berfirehtir û dewlemendtir bikin. Werin em bi hev re ji bo xurtkirin û geşkirina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk û serketina armancên nîhayî vê gava dîrokî bavêjin!

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike