Bi gor deng û bahsên ku ji navçeya Batman û Merdînê tên, hinek birayên me yên Êzdî, ku dixwazinvegerine gundên xwe dikevin ber êrîşa parezvanên gund û hêzên noker ên dewletê.
Êzdiyên Bakurê Kurdistanê , ku her tim di bin zilm û zordariya dewleta dagirker da bûn û tuşî gelek fermanan bibûn, di vê dawiyê da, ji ber rewşa şer û di bin zexta dewlet û nokerên wê yên navçeyê, mecbur man warê bav û kalên xwe bi ci bihêlin, zevî û bax û baxçe û malê xwe biterikînin û avareyê welatên Ewropa bibin.
Hinek hêz û aliyên navçeyê, ku bi salan zêviyê Êzdîyan ajotin, ji mal û bax û baxçeyê wan îstîfade kirin, îro jî nahelîn Êzdî vegerin bo ser mal û milkên xwe. Gelek astengîyan derdixin ber pêşiya wan.
Nokerên rejimê yên navçeyê û parêzvanên gund, ku dur ji dab û nerîteyê Kurdî, dur ji nirxên mirovatî û exlakê, dest daniîne ser mal û milkên Êzd’idîyan, îro jî guhê xwe nadine biryarên dadigehan.
Saziyên fermî yên navçeyê jî, bi armanca ku dijberîyê di navbera Kurdên misilman û Êzdî kur bikin, berjewendiyên wan kesên ku bi zorê dest dane li ser milkên Êzdîyan diparêzin û ji bona cî be cî kirina biryarên dadigehê karên pêwîst nakin.
Xuşk û birayên me yên Êzdî, ku dixwazin vegerine gundên xwe îro ji her demê pirtir hewcedariya alikarî û piştgiriya me ne.
Em van partî û rêxistinên siyasî, ku li jêrê navê wan hene, piştgiriya vegera xuşk û birayên xwe yên Êzdî bo ciyê bav û kalan dikin.
Em banga hemu rêxistinên mirov, dost, rêxistinên mafê mirov, Baro û rûsipiyên herêmê, hemû partiyên siyasî û nunerên herêmê dikin bila bi hawara xuşk û birayên me Kurdên Êzdiyan da biçin. Bikevin navberê da ku birîna me a dirokî kûr nebe.
Em banga hemû hêzên hestyar û welatparêz dikin, ku bona parastina mafên Êzdîyan û piştgirîya li wan, destê xwe bidine hevûdu û înîsiyatîfekê ava bikin.
Mafê xuşk û birayên me yên Êzdî ku yek ji perçeyek netewa Kurd in heye, ku ew di welatê xwe Kurdistanê da bi awayeke ewle jîyana xwe bidomînin û hebûna xwe ya neteweyî û çandî biparêzin. Xebat ji bo vê armancê, erkeke neteweyî, însanî û ehlaqî ye.
Em ji raya giştî ra dîyar dikin ku heta daxwazên rewa yên birayên me yên Êzdî cîh bi cîh bibin emê têbikoşin û pirsa hanê bişopînin.
Divê Êzdî bê tirs û xof û bi awayeke azad vegerên warê bav û kalên xwe.
10 Adar 2021
PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, TEVGER, PAK