Îro li Stockholmê PAK-Swêd bi Partîya Navendî (Center Partiet re civînek çêkir. Sekreterê Giştî ya Partîya Navendî Michael Arthursson û endama sekreteryatê û seroka projeya pirrengiyê Abir Al-Sahlani pêşwazîya wefda (delegasyona) PAK-Swêdê ku ji Bîlal Gorgu, Perîn Muzeyyen Esmeroglu û Nîmet Mumtaz Aydin pêkhatî kir.
Wefda PAKê, partiya xwe da nasîn û qala rewşa bakurê Kurdistanê û helwesta partiyê kir. Herweha wefdê daxwaza hevkariyeke berdewamî kir.
Sekreterê Giştî yê Partîya Navendî Michael Artursson û Abîr xanim di derheqa PAKê de hin pirs kirin û gotin em piştgiriya Rizgariya Kurdistaneke demokratîk dikin. Herweha daxwaza hevkariyeke nêzîk û berdewam kirin. Her du alî ji bo danûstendinên kûrtir taqwîma hevdûdîtinên pêşerojê tesbît kirin.
Partîya Navendî ya Swêdê gelek caran bûye şirîkê hukumetê, salên 70î serokê wan Feldîn du perîod serokwezîriya Swêdê kiriye û nuha jî ji 349 parlamenterê meclîsa Swêdê, 22 endamên wan in.