“Em qebûl nakin PKK herêma Kurdistanê bike qada çalakiyên leşkerî “

Berpirsê YNKê hişyarî da PKKê ku rê nadin herêma Kurdistanê bikin qada çalakiyên leşkerî.

Berpirsê YNKê hişyarî da PKKê ku rê nadin herêma Kurdistanê bikin qada çalakiyên leşkerî.
Çend roj berî naha endamê konseya rêveber ê KCKê Duran Kalkan gefa têkdana rewşa herêma Kurdistanê kir û dibêje: ‘’Nabe başûrê Kurdistanê bi tenê azad be.’’


Li hember vê yekê koordînatorê malbenda YNKê ya Hewlêrê Hacî Mesîfî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Diyare kurd netewekî parçe kiriye û ev yek bi hêza ti aliyek ji me jî pêknehatiye. Dijminên me em parçe kirine û waha li netewa kurd kirine. Lê divê rêz li yek em bigrin û ew beşa Kurdistanê ku naha di desthilatê de ye û xizmeta xelkê dike, pêwîste beşên din ên Kurdistanê jî alîkariya me bikin, ku rewşa naha heyî têkneçe.’’


Herwaha got, eger PKK kar bo wê bike ku herêma Kurdistanê îstirehet neke, yan rewşê li me têkbide, wê demê ‘’Xeletiyek mezin dikin. Ji ber herêma Kurdistanê jî desthilatiyekî xwe heye. Herwaha Parlamentoya Kurdistanê heye û xizmeta hemwelatiyan dike, heq nîne PKK wisa bifikire ku herêma Kurdistanê bike qada çalakiyên leşkerî.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, eger PKK başûrê Kurdistanê bike qada çalakiyên leşkerî em vê yekê qebûl nakin û wê demê dê helwêstê me jî hebe û rêyeke din emê bidin ber xwe.’’


Li gor gotinên Hacî Mesîfî ‘’Raste PKK xebata çekdarî dike, lê em jî naxwazin ezmûnên me têkbidin. Berê em jî di xebat û tekoşînek wisa de bûn û hemû ew partiyên kun aha di desthilatiyê de ne, me hemûyan li gel yek Kurdistana xwe de xebat dikir. Eger rewş bi temamî jî aloz bibe û fişar li ser me heba, em diçûn sînoran. Ti demeke din em nediçûn beşên din ên Kurdistanê bo çalakiyên xwe. Ji ber wê jî ya baş PKK pêgeha xwe ya mezin bibe bakurê Kurdistanê û li wê derê ve daxwaza mafê xwe bikin.’’

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn