PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê weha ye;
"Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.
Di roja 2yê Temmûza 1993yan de qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.
Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji bo laîkan dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.
Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.
Lê mixabin qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin.
Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.
Em qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin."