Yan jî em leqayê hevûdin hatin. Belkî jî me hevûdin naskir bi rast hatine. Pêşiyên me gotine, giyayê hewşê tehle. Ezê li ser vê pêşgotina rast û rasteqîn hin tiştan zêde bikim. Di hewşên me de giya ma? Yan jî hewşên me di çi rewşê dane? Hewş hatine dagirkirin, giyayê ku tê da digîhije jî ne tehle ne jî şêrîn e. Giyayek di hewşa me de mezin bûye, aîdê axa xwe ye an hatiye çêkirin, meriv tam nikare derxe. Giya giyayê vê axê ye lê av dan û tarz wiya gîhiştandine bi destên dagirkeran va hatiye amadekirin. Zêde zêde bi gubreyên kimyasalî hatiye mezinkirin. Ne ji xwe ye ne jî biyaniye. Binî pûç serî vala. Lê dawî rojê piştî tav xwe dibin ewran de veşart, di nav tariyê de wek ronkahiya heq û heqîqetê were dîtin, çi anîne û çi dixwazin binîn serê eşkereyê. Ez baş zanim/hîs dikim giyayê hewşa me êdî ne tehle çimkî ew ê ku tehma wê giyayê binêre û tehm bike li vir nîne. Ketiye bîrek kûr û hê jî zindiye, dibe ku ji wir derkeve û xwedîtî bike ji giyayê xwe ye tehl re.
Xwediyê malê bi gubreyên kîmyasalî cudatiya telh û şîraniyê nikare derxe. Lê tovên me yê malî roj bi roj çîk didin, dibişkivin. Ji bo tehlbûna giyayê hewşê me gazîna dikir, ji vê û pê ve hûnê gazîna giyayê hewş jî nikaribin bikin. Ji meriverek ji civatek jîr û hêja re zêde xeberdan ne hewceye, xwe zane û dizane dê çi bike. Lê civakên ku xwe dişîbinin serdestan û wan teqlît dikin bêguman dawiya vê rêye rizandine û têkçûne.
Bi teqlîtan kar naçe serî. Hinek ji wî bexçe piçek ji wê bostanê turik tije nabe. Helwest û sekna rumet hem kes dike şêx û hem jî civak şanaz û serfiraz dibe. Rol û modelên civatek bi hiş û destên desthilatan were amadekirin, bêşik îmîtasyonek derdikeve meydanê û emrê îmîtasyonan jî qederek şûnda çop e. Vegera malê zehmet e, lê gelek bi qiymet û evîndariyek bibingeh e. Vêga rewşa ku em tê dane ne germ ne jî sar e. Neoliberalîzm kuştine, rizandine. Wêjeya te wek te birîndare bi siya wêjeya serdestan tu nikarî bigîhijî ser esase xwe. Yek bi azadî qelema xwe dihejîne yên din bi tirs û veşartî xwe daye afîrandin. Yanî giyayê te ji giyayên din hêztir û dînamîke lê bi avdan û gubreyên kîmyasalî roj bi roj tê şewitandin.
Ev bayên ku hûn diweşînin tenê mehdê meriv tirş dike. Abdullah Peşêw di helbesta xwe ya bi navê “ta ku çiraya me geş nebe” dibêje; “piştî mirinê jî/em nahêlin hûn welatê me/ji xwe re bikin mal/em rê nadin/hûn goştê me bixwin/weke qirereşk û qertal!”
Peşêw bi civaka xwe re bûye yekwûcud, ewê li Amedê be. Li ser dîkê li hemberî xêrxwaz û xêrnexwazan dengê xwe bide hîskirin. Belkî di dawiya xeberdana xwe de bibêje “şeref e zimanê kurdî”. Îro helbestên seyda dibe em dîsa bi hestên rewşa xwe ya rojane xwe bixweynin. Çimkî ji bo rewşa îroyîn gelek doneyên dersgirtin heye. Sekna wî ya li hemberî serdestan dibe dîsa were bibîrxistin. Helbestkar Peşêw sala 1994an de helbesta xwe ya kin û tund da dibêje; “îro roja şî`ir nîn e/bo wê ye, ez ji bo we dibêjim/bi zimanekî yekcar sade/ji we re dibêjim/ewê kurd be û kurd bikuje/pîç e, teres e, qewad e!” Sala ku helbest hatiye nivîsandin diyar e.
Kaosek ku ji rehmê û wijdanê bêpare dijiyan. Aloziyek tarî û dijwar bû. Seyda rast dibêje “îro roja şî’re nîne” îro roja sekna azadiyê û serbestbûnê ye. Kar û barê me jî ev rêya ku em bi destanî dimeşin û tomar dikin li ser rûpelan bi awaz û xwebûna xwe em neqiş bikin. Kêlî bi kêlî hem şahîdiya rumetê hem jî tam di nav singê wî de bi her halî wê ve jiyîn e. Abdullah Peşêw risteyên xwe ne tewandiye ne jî bi endîşe û tirsê hejandiye. Jixwe piştî dagirkirina mal û war di desta têkoşînek bi rumet dimîne ji kes û civakê re ji bilî liberxwedayînê ti tiştek nîne.
Tiştên din tên û derbas dibin. Civatokek ku di nav xwe de tirs bihewîne û deriyan bo serdestan heta dawiyê veke wêrekên di nav xwe de jî bi ber tirsbûnê ve dibin. Meriv dişibe hevûdin. Çend nivîs berê min qala exlaqên şibandina gelên bindest kiribû. Vêga exlaqên serdestên lîbarel û orta yolcuyan çawa bandorê li ser bindestan dike û encama çalakbûnên wan digîhijin kîjan astê?
Lîberalîzma serdestan di nav xwe de zumreyek bê êş û derd avakirin dide destpêkirin. Ji bo wan û hêviyan wan bila her tişt bi şîregermî birêve biçe. Ji cîhek serbest û serdest da ev bivênevê bi rihetî pêktê. Lê ji bo me ev sekn û tevgirtin bêguman bi ber rizandinê ve ewê xwe temam bike. Carna meriv cîh şaş dike û li kû bi çi awayî seknek deyne meydanê ne diyare yanî serî tevlîhev e. Belkî ev tevlîhevî tê xwestin, tê armanckirin. Wek Nîçe gotiye “ji başî û nebaşiyê wê de”. Belê ji başî û nebaşiyê wê da dibe em eynikê bidin ber xwe. Abdullah Peşêw li welatê xwe yê bindest e, ger wextê we hebe dengê wî guhdar bikin. Belkî guhê we bi azadiyê ve dîsa bike çîngînî.
GazeteDuvar