Navenda Nûçeyan- Riwangeha Sûrîya ya Mafên Mirov belavkirîye, ku duhî hêzeke Emerîkayê ku ji 3 tank û 3 otombîlên serbazî pêkhatibû, ji derîyê Elwelîd derbazî navçeyên bin Destê Hêzên Sûrîya Demokrat bû.
Li gor Riwangehê, ew karwana derbarzbûyî kelûpelên serbazî jî pê re bûn. Li gel derbazbûna wê hêzê firokeyên Emerîkayê li asman çavdêrîya navçeyê dikirin.
Çavkanî: K24