Navenda Nûçeyan- Di axivtinekê de, li wîlayeta Kalîfornîya, Pompoe ragehand, Taybet bi çawanîya çareserkirina pirsa dîyarkirina cihekî bo hêzên Emerîka di nav axa Îraqê de, me biryar daye, li gel serkirdeyên bijarte yên Îraqê guncayîtirîn cihî bo evê mebestê destnîşan bikîn.
Pompoe tekez kir, welatê wî amadeye bo berdewamkirina danûstandinan li gel Îraqê derbarê peykerkirina guncayî bo hebûna hêzên serbazîyên Emerîkayê li wî welatî.
Ev jî piştî wê yekê dihêt ku nivîsîngeha Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê di beyannameykê de, ragehand, ku daxwaz şandina dû nûneran kirîye da ku mîkanîzmekê bo cîbicîkirina biryara perlemana Îraqê derbarê vekişana hêzên Emerîkayê dîyar bikin.